Kurdên li Ewropayê xwedî li Efrînê derketin
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li welatên Ewropayê tê protestokirin.
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li welatên Ewropayê tê protestokirin.
KOLN
Kurdên ku li bajarê Elmanya Kolnê dijîn mîtîng li dar xistin û xwedî li Efrînê derketin.
Di bin pêşengtiya PYD û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bahnhofvorplatsza mîtîng li dar xistin û Kurdistaniyên ku ji Rojava, Koln û derdora wê dijîn beşdar bûn. Di çalakiyê de pankartên 'Ji faşîzma AKP-DAIŞ'ê re na', 'Erdogan êrîşî Efrînê dike', 'Garantiya azadiya me, xweparastin e' û karîkatûrên hevkartiya Erdogan-DAIŞ'ê hatin berzkirin.
Belavokên ku ji aliyê PYD'ê ve hatibû amadekirin hat xwendin û belavkirin. Ji aliyê gel ve Sirûda Çerxa Şoreşê hat xwendin û ji hoperloran jî Sirûda Rojava hat guhdarkirin.
HANNOVER
Li bajarê Elmanya Hannovêrê di bin pêşengtiya PYD'ê de li pêşiya gara trenê ji bo Efrînê meş hat lidarxistin. Komên antî faşîst ên Elmanyayê ji piştgirî dan meşê û meş li cadeya herî qelebalix pêk hat. Di meşê de pankarta 'Bila terora dewleta Tirk a li ser sivîlên Efrînê were rawestandin' hat berzkirin û flamayên TEV-DEM û gelek dovîzên bi zimanê Elmanî hatin hildan.
Di meşê de belavokên PYD'ê hatin xwendin û bê navber dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo', 'Bijî Berxwedana Efrînê', 'Kujer Erdogan' hatin qîrkirin.
ZURÎH
Li bajarê Swîzre Zurîh di bin pêşengtiya PYD'ê de bi armanca protestokirina planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên li ser Efrînê mîtîngek hat lidarxistin.
Mîtînga ku li pêşiya Sefaretxaneya Tirk, bi deqeyekê rêzgirtinê ji bo şehîdên Rojiya Mirinê ya Berxwedana 14'ê Tîrmehê dest pê kir. Di mîtîngê de alên YPG, YPJ'ê hatin bilindkirin û Nûnertiya PYD'ê a Zurihê diyar kir ku ji bo planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk pêk neyên, wê li qadan bin.
Piştre li ser navê Rêxistina Jinên PYD'ê axaftinek kurt hat kirin. Di axaftinê de wiha tê gotin; "Li tevayî Rojava çawa ku jinan axa xwe parastiye, bila tu kes ji bîr neke ku wê li Efrînê ji heman rewş çêbibe."