Kurdên li Elmanyayê wê tevahiya hefteyê çalakiyan lidar bixin
Kurdên li Elmanyayê wê tevahiya hefteyê çalakiyan lidar bixin
Kurdên li Elmanyayê wê tevahiya hefteyê çalakiyan lidar bixin
Kurdên Elmanyayê bi armanca ku piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û xwedî lê derkevin wê tevahiya hefteyê di çalakiyê de bin. Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê li dijî van êrîşên qirkirinên bi ruhê yekîtiya neteweyî çalakî pêk bên û bibin dengê Kobanê.
NAV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de got: “Cîhan êrîşên hovane yên li dijî Kobanê bi bêdengiyeke mezin temaşe dike. Ji bo ev bişikê divê bênavber çalakî bên lidarxistin û heta encam bê girtin divê bidome. Roj roja xwedîderketina li vê berxwedanê ye.
Em ê wek NAV-DEM’ê li sê navendan grevên birçîbûn û çalakiyên rûniştinê pêk bînin û bi vê re li hemû bajaran çalakiyên ku pêk tên divê her kes bi ruhê seferberiyê tevlî bibe.
Em bang li hemû demokrat, gelan, baweriyan, sosyalîst, parêzvanên aştî û wekheviyê dikin ku xwedî li Kobanê derkevin.”
Li Elmanyayê çalakiyên ku pêk tên û wiha ne:
Di 29’ê mehê de li Berlîn, Kiel, Hamburg, Bremen, Bremenhafen, Erfurt, Halle, Magdaburg, Lohne, Hannover, Hildesheim, Peine, Sazgiter navendên civakî wê dosya bidin çapemeniyê û der barê grev û bernameyan de agahiyan bidin.
Di 30’ê mehê de bi tevlibûna 500 kesî wê saet di 10’an greva birçîbûnê bê destpêkirin. Di saet 13.00’an de wê daxuyaniyek çapemeniyê bê dayîn û her wiha wê Prof Dr. Norman Paech û civaknas Martîn Dolzer tevlî çalakiyê bibin.
Di 30’ê mehê de bi tevlîbûna çalakgeran li ber Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê saet di 17.00’an de wê mîtîngek pêk bê. Di yekê Cotmehê de bi tevlîbûna bajarên Kîel, Neumunster, Hamburg li ber Sefaretxaneya DYA’yê wê mîtîngek pêk bê. Li Berlînê çalakgerên greva birçîbûnê saet di 17.00’an de wê mîtîngê pêk bînin.
Di 2’ê Cotmehê de di navbera 14:00-17:00’an de li bajarê Berlin, Kiel, Hamburg, Hannover, Magdaburg, Bremen û Erfurtê li ber parlamentoya eyaletê wê çalakiya rûniştinê pêk bê.
Di 3’ê Cotmehê de li Hannoverê jî wê mîtîngek pêk bê. Ji bajarên Hannover, Hildesheim, Salzgitter, Peine, Oldenburg û Bremen Kurd wê tevlî çalakiyê bibin.
Di 3’ê Cotmehê de li komeleya Kurd a Berlînê wê bi tevlîbûna heyeteke Elman a çû Rojava panelek pêk bê.
Di 4’ê Cotmehê de li Berlînê bi tevlîbûna Navendên Civakî yên Berlîn, Magdeburg, Halle, Kîel, Neumunster, Hamburg, Bremen, Oldenburg, Lohne, Hannover, Salzgitter, Hildesheim, Peine, Kassel û Erfurt û Kurdan wê mîtîngek pêk bê.
Di 2’ê Cotmehê de saet di 16’an de li îstasyona trênê ya navenda Hildesheim wê meş û mîtîngek pêk bê.
Di 30’ê Îlonê saet di 11’an de li konê çalakiyê yê Heumarkt wê civînek çapemeniyê pêk bê. Saet di 15.30’an de jî wê li ser Qesra Şaredariyê bi çalakiya rûniştinê û hevdîtinan bi siyasetmedaran re bikin.
Di 30’ê Îlonê de saet di navbera 10.00 û 12.00’an de li ber Sefaretxaneya DYA a Dusseldorfê mîtîng.
Di 1’ê Cotmehê de saet di navbera 11:00-12:00’an li ber Seferatxaneya Fransayê mîtîng pêk tê û di 17.00’an de jî jin wê zincira mirovahiiyê çêbikin.
Di 2’ê Cotmehê de saet di navbera 14:00-17:00’an de li ber Parlamentoya Eyaleta NRW ya Dusseldorfê wê çalakiya rûniştinê pêk bê.
Di 2’ê Cotmehê de saet di navbera 13:00-17:00’an de li bajarê Bonn li ber avahiya NY’ê wê çalakiya rûniştinê pêk bê. Her wiha di navbera 30’ê Îlon û 3 û 8’ê Cotmehê de li Friedenplatz saet di 13:00 û 15:00’an de wê standên enformasyonê bên vekirin.
Di 3’ê Cotmehê de di kon de nîşandana panel û sînevîzyonê
Di 4’ê Cotmehê de li Herfurtê meş wê destpê bike li Bîlelefedê bidome.
Di 4’ê Cotmehê de saet 14.00’an meşa ku wê ji Ebertplatz destpê bike û heta ber Dêra Dom wê bidome û biguhere mîtîngê. Ji bajarê Dortmund, Hagen, Essen, Duisburg, Düsseldorf, Leverkusen, Duren, Koln, Aachen, Bonn wê Kurd tevlî bibin.
Wiesbaden
29’ê Îlonê li ber eyaleta parlamentoyê mîtîng
30’ê Îlonê li ber parlamentoya Eyaletê hevdîtin, bi çapemenî û STO’yan re hevdîtîn û pêşkêşkirina dosyayan.
2’ê Cotmehê li ber parlamentoya eyaleta Hessen çalakiya rûniştinê û zincîra mirovahiyê: saet di navbera 14.00-17.00’an de
2’ê Cotmehê saet di 19.00’an li DGB Haus panela Rojava
3’ê Cotmehê di konê greva birçîbûnê de panel
4’ê Cotmehê li Frankfurtê meş û mîtîng. Ji Saarbrusken, Giessen, Darmstadt, Mannheim, Nurnberg, Frankfurt, Hanau, Russelsheim, Aschaffenburg wê Kurd tevlî bibin.
Her wiha endamên navenda civakî yên Stuttgart, Munih, Pforzheim, Ulm û Freiburg wê tevlî greva birçîbûnê ya Strasburg a Fransayê bibin.
Serokê NAV-DEM’ê duh ji Serokwezîra Elman, Wezîrê Karên Derve û hemû partiyên komên wan di parlamentoyê de heye name nivîsî û ji bo hevdîtinê daxwaza randevûyê kir.