Kurdên li Elmanyayê ji bo Kobanê dikevin greva birçîbûnê

Kurdên li Elmanyayê ji bo Kobanê dikevin greva birçîbûnê

Piştî banga KCD-E’yê Kurdên li Elmanyayê dijîn dest bi çalakiyan kirin. Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, li sê navendan çalakiyên greva birçîbûnê yên girseyî dê li dar bixin. Hevseroka NAV-DEM’ê Dîlek Satilmiş bang li hemû Kurdan kir ku tevlî çalakiya greva birçîbûnê bibin.

Mezintirîn rêxistina Kurdan a Elmanyayê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) ku 260 komele û saziyên wê hene û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) dê li sê navendên girîng ên welêt çalakiyên greva birçîbûnê li dar bixin. Greva birçîbûnê dê sibê li bajarên Berlîn, Koln û Wiesbadenê destpê bikin. Greva birçîbûnê ya li Berlînê wê li Brendenburg Tor, li Kolnê Dêra Domê û li navenda bajêr a Wiesbadenê, dê bi beşdariya komên ji 500 kesan pêk tên dest pê bike. Çalakiya greva birçîbûnê bi dirûşima “Kobanê li dijî qirkirinê li ber xwe dide, tu jî piştgirî bide” pêk tên.  Her wiha dê li seranserê welatê Almanyayê çalakiyên agahdarkirinê bên lidarxistin û dê kon bên vedan.

'BILA HER DER BIBE QADA ÇALAKIYAN'

Hevseroka NAV-DEM’ê Dîlek Satilmiş, diyar kir ku ew bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê çalakiyan pêk tînin û got: “ Ji roja Înê ve, em li seranserê Elmanyayê çalakiyan pêk tînin. Em ê ji sibe û şûnde jî dest bi greva birçîbûnê ya girseyi bikin. Li her sê navendan dê komên 500 kesî beşdarî çalakiyê bibin. Em dê li her derê çalakiyan li dar bixin. Li navendên bajêr dê çalakiyên agahdarkirinê bên li darxistin. Her wiha dê li ber balyozxaneyan jî çalakî pêk bên. Armanca me ew e ku em bala raya giştî ya navneteweyî bikişînin ser êrîşên li ser Kobanê.

Hevseroka NAV-DEM’ê Satilmiş bang li hemû Kurdan û aliyên demokratîk kir ku piştgiriyê bidin çalakiyan û got: “Îro roj roja man û nemanê ye. Divê hemû Kurdên binamûs ji bo Kobanê tiştek bike. Divê her der bibe cihê çalakiyan. Divê dengê me li her derê belav bibe. Îro ne roja rûniştina di malan de ye. Divê hemû dost û aliyên demokratîk îro li gel me bin.”