BI DÎMEN

Kurdên li Awûstûrya têkildarî mijara penaberan hevdîtin pêk anîn

Endamên Konseya Civaka Kurd a Awûstûrya, bi Serokê Koma Partiya Sosyal Demokrat Andreas Schieder re têkildarî pirsgirêka penaberan a li Ewropayê hevdîtin pêk anîn.

Endamên Konseya Civaka Kurd a Awûstûrya, bi Serokê Koma Partiya Sosyal Demokrat Andreas Schieder re têkildarî pirsgirêka penaberan a li Ewropayê hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtina ku li Parlamentoya Awûstûrya pêk hat, hilbijartinên 7’ê Hezîranê, têkçûna Erdogan, komkujiyên Pirsûs û Enqereyê û piştî wan ku hikûmeta AKP’ê pêvajoya aştiyê vala derxist, hilbijartinên 1’ê Mijdarê yên di bin siya ku AKP’ê li hember gelê Kurd şer da destpêkirin hatin destgirtin. Her wiha şoreşa Rojava û pêşeroja wê jî yek ji mijarên ku hat destgirtin bû.

Endamê Komîteya Karên Derve ya Awûstûrya Mevlut Kuçukyaşar, der heqê Kurdên li Awûstûrya dijîn agahî da. Schieder jî diyar kir ku Awûstûrya tenê ji çandekê pêk nayê, bi dehan sal in gelek mirov ji aliyê welatê Awûstûrya ve hatine qebûlkirin.

Schîeder diyar kir ku mafê van mirovan heye ku çanda xwe bijîn. 

...