Kurdên li Afyonê amadekariyên koçberiyê dikin

Kurdên li Afyonê amadekariyên koçberiyê dikin

Li navçeya Sultandagi ya Afyonê di navbera du koman de ji ber ‘rêdayinê’ nîqaş derketibû û di pevçûnê de Orhan Şahîn jiyana xwe ji dest dabû. Piştî vê aloziya li navçeyê didome. Piştî mirina Şahîn li navçeyê komeke bi navê ‘welathezan’ êrîşê kurdan kiribû û êrîşên wan didomin. Malbatên kurd ku ewlehiya wan nemaye, ji bo terkirina navçeyê xwe amade dikin.

Di 28’ê kanûnê de li navçeya Sultandagi ya Afyonê ji ber ‘rêdayînê’ pevçûn rû dabû û kesekî jiyana xwe ji dest da û du jî birîndar bûn. Xwendekarê 18 salî Orhan Şahîn jiyana xwe ji dest da. Piştî vê li navçeyê li hemberî kurdan êrîş pêk hat.

Li taxa Pazaralti 8 malên kurdan di bin ablokaya polîs dene. Ji ber êrîşên l hemberî malbatên kurd , 8 malbat bi giştî 80 şênî neçar mane ku di heman malê de bimînin. Gelek ji wan karkerên înşatê ne. Zarok jî naçin dibistanê. Li aliyê 12 xwendekarên kurd yên zanîngehê ji ber ku ewlheiya canê wan nîne dibistan terk kirin û çûn malên xwe.

FATUREYA ŞER LI KURDAN BIRÎN

Kurdên ku 20 sal berê ji ber sedemên aborî ji Wan, Bedlîs û Muşê çûn li navçeya Sultandagi bi cih bûn ji ber êrîşên li hemberî wan pêk tên bi fikar in. 8 xaniyên ku malbatên kurd lê dimînin ji aliyê Qeymeqamtiyê dimînin 300 hezar TL jê re tê xwestin. Malbat jî ji ber ku ewlehiya canê wan tune biryara çûyînê dane.

Malbatên kurd diyar kirin ku walîtî, qeymeqamtî û midûriyeta polîsan koma bi navê ‘welathezan’ bi soza çûyîna me dane sekinandin. Kesên din ava koma ‘welathezan’ de cih digirin rehet rehet digerin. Malbatên kurd yên ku rastî êrîşê tên jî diyar dikin ku ji bo wan biryara sirgunê hatiye dayîn. Malbatan got ku fatureya şerê wan li kurdan hatiye birîn.

Malbata Kiran ya ku ji mirina Omer Şahîn berpirs tê dîtin diyar dikin ku ji neçarî 50 hezar TL pere didin malbata Şahîn.navçeya ku alozî lê didome, kurd xwe ji bo çûyînê amade dike.