Kurdên li Adigeyê komkujiya Parîsê şermezar kirin
Kurdên li Adigeyê komkujiya Parîsê şermezar kirin
Kurdên li Adigeyê komkujiya Parîsê şermezar kirin
Li Federasyona Rusyayê li navçeya Platnirovka ya Komara Adigey bi munasbeta şermezarkirina komkujiya Parîsê ku têde sê jinên Kurt hatibû qetilkirin civînek hat li dar xistin. Civîna ku li Organîzasyona Kurdên Komara Adigey a Agirîhat li dar xist gelek Kurdistanî beşdar bûn.
Di civînê de rêvebirê Organîzasyona Kurdên Komara Adigey a Agirî Tahir Newroz ji bo Kurdistaniyên beşdarî civînê bûne axaftinek kir. Newroz di axaftina xwe de da diyarkirin ku bi vê bûyerê hemû gelê Kurd rabû ser piya û got:
“Komkujiya ku li Parîsê pêk hat ji bo gelê Kurd pir giran bû. Lê gelê Kurd di rojê herî zehmet de jî dikare xwe rêxistin bike. Bûyera Parîsê jî da eşkere kirin ku Kurd êdî ne Kurdê berê ne. Bi sedhezaran kes rabû ser piya û şehîdê xwe oxir kirin. gelê Kurd bi vê peyamek eşkere da kujera got hûn nagihêjin armanca xwe.”
Newroz di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kujerê komkujiya Parîsê û got: “Heya niha kesî ev bûyer negirtiye ser xwe. Lê hemû gûman dewleta Tirk nişan dikin. Heya niha gelê Kurd dewleta tirk wek kujerê vê bûyerê dibîne. Dewleta AKP di şerê bi Kurdan re bin ketiye ji ber vê yekê serî li komployê wiha qirêz didin.”
Kesên ku beşdarî civînê bibûn wêneyên her sê jinên Kurd yê di komkujiy aParîsê de hatibûn qetilkirin hilgirtin. Civîn bi dirûşima “Şehît namirin” û “ey şehîd riya te riya me ye” bi dawî bû.