Kurdên Konyayê li Troisdorf a Almanyayê kom dibin
Kurdên Konyayê li Troisdorf a Almanyayê kom dibin
Kurdên Konyayê li Troisdorf a Almanyayê kom dibin
Tekoşîna Azadiya Gelê Kurd ku ev 40 sale bê hempa berdewam dike, di şexsiyetê gelê Kurd de li hemû cîhanê wekî meşaleyek berxwedanê, ji gelê bindest re riya ronîbûnê ava dike. Yek ji Kurdên ku bi tekoşîna azadiyê re zindîbun û li dîroka xwe wegeriyan Kurdê Konyayê ne. Tekoşîna Azadiyê di nava Kurdên Konyayê de şîn bû û salên ji ber tesîra tevgera azadiyê Kurdên Konyayê jiyana xwe ji nû ve ava kir û ji bo jiyanek azad û bi rûmet bi sedan ciwanên Kurdên Anatoliya Navîn di nav refen tevgerê de cih xwe girtin.
Ji ber polîtîkayên dagirkerî, înkar û îmhayê ku Kurdên koçberî Anatoliya Nawîn bûn ji wir jî mecbur dimînin biçin walatên Evrupa. Yanî Kurdên Konya û Anatoliya Navîn ji ber polîtikayên dagirker koçberî di nava koçberî de dijîn. Her çikas devlet bi zanebun mecburî koçberî bike jî bi hezaran kesên koçberî Evrupa bune li ku dibe bila bibe têkiliyê xwe bi tevgera Azadiyê re çêkir û li ser nirxên welatparêzî jiyanek ava kir.
PIŞTGIRIYA BI ROJAVA RE
Kurdên koçberî Evrupa bune di salên dawî de tewlîbuna nava xebatê tekoşînê zêdetir kirin û bo erkê xwe bicîbînin di nav birêvebiriya tevger, kar û xebetê rexistinî de berdevam kirin. Di çerçoveya xebatên ku çikas diçin mezin dibin de li heremê civîn her tim tên çêkirin. Ji bo xabatên çand û hûnerî sê Festîval pêk hatin. Bi sedema piştgiriya gelê Rojeva kampanyayên cûda hatin pêş xistin.
Wekî berdewamiya van hewldana dê di 20’ê îlone seat 19.00’an de li Wilhelm Hamacher Platz 27, 53840 Troisdorf bi tevlibûna Serokê Rexistina BDP Haci Mehmet Bozdag civînek bê li darxistin. Komîteya amedekar di der barê civîne de wiha axifî; “Li Anatoliya Navîn her çiqas hêjmarên Kurdan ne diyare jî li gorî tespit û texmînê me herî kem mîlyonek Kurd dijîn. Ji wê hêjmarê herî zêde di nawbera hûdûdên Konyayê de dijîn. Bi polîtîkayên hatin meşandin hatin xwestin gel ji warê xwe bê qutkirin. Her çiqas bi welat re tekîliya fizîkî nema bun jî, di her dema dîrokê de lêgerîna azadî û tekîliyên xwe berdewam kirine.
Ji bo pevajoya çareseriya demokratik ku li Bakurê Kurdîstane hati dest pêkirin em dikarin zêdetir hevkarî bidin. Ji ber rewşa ku em di têdene dikarin nasnama Kurd ya Ehmedê Xanê bi xweşbînî bi Hz.Mevlana re bigihînin hevdû. Ji ber wan peyvistiya emê hîn zêdetir aktîf bibin. Bêguman deverê em lê dijîn hesasiyetê xwe yên teybat hene. Êmê wan hassasiyetan jî li ber çavan bigrin û hîn zêdetir bi awayekî aktîf tevli tekoşîna Azadiyê bibin.
Welatiyên kurd yên li Anatoliya Navîn û Konyayê dijîn ji 3 kesan an 2 kes li derveyî warê xwe li Avrupa dijîn.
BI BO HEMÛ KURDÊN LI EWROPA DIJÎN
Bi vê sedemê, di demêk kin de hilbêjartinên şaredariyê, kar û xebatên mîhrîcanê wê bê nîqaşkirin. Ya herî lezgîn piştgiriya bo kampanya Şoreşa Rojava ye. Di dema dirêj de jî bi armanca rexistbûna li her sahaya Evrupa û biryara civînekê niqaş bikin hatî dayîn.
Em bang li hevalên xwe yên kurdên Konyayê yên li Ewropayê dijîn dikin ku tevli vê civînê bibin û dikarin bi riya vê telefonê 0041765726406 xwe bighînin Komîteya amadekar.”