Kurd û dostên wan ên li bajarên DYA New York û New Jersey dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin.
ANF
NEW YORK
duşem, 21 adarê 2016, 10:59
Pîrozbahiya Newrozê ji aliyê Komeleya Amerîka Kurd (Amarican Kurdish Association, AKA) ve hat organîzekirin û ji New Jersey û New Yorkê zêdeyî 400 kes beşdar bûn.
Nûnerên AKA di axaftina xwe ya li vir de ragihandin ku gelê Kurd wê bi yekîtiya xwe re êrîşên AKP'ê têk bibin. Nûnerên HDK'ê jî bal kişandin ser têkoşîna hevpar a di rêya Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk de.
Keça Mûrray Bookchîn Debbîe Boockchîn jî li pîrozbahiyê axivî, Rojava silav kir û diyar kir, ku ew bawer e wê şoreş bi ser bikeve.
'AZADIYA KURDAN ŞERT E'
Tevî vê yekê nivîskar, akademîsyen û ji şêwirmendên berê yê Qesra Spî yê li ser Rojhilata Navîn Davîd Phîllîps axivî û da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê bi DAIŞ'ê re tevdigere. Phîllîps destnîşan ir, ku azadiya Kurdan di mayîndebûna aştiya li herêmê de şert e.
Piştî axaftinan koma Peşkên Şoreşê, dûre birayên Soso bi dahol-zirneyê derketin ser dikê. Ji Awûstûryayê Bawer Can jî bi stranên xwe reng da pîrozbahiyê.