Kurdan şeva xwe li ber parlamentoya Fransayê derbas kirin
Kurdan şeva xwe li ber parlamentoya Fransayê derbas kirin
Kurdan şeva xwe li ber parlamentoya Fransayê derbas kirin
Kurd şeva Înê li ber Parlamentoya Fransayê hatin cem hev û li dijî tehdîda polîsên Fransayê ya çalakiyên Kurd qedexe dike çalakiya rûniştinê pêk anîn. Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim jî bi rêya telefonê xîtabî gel kir û got ku serkeftin a wan e, bila gumana tu kesî tune be.
Kurdan ji bo pêşîgirtina êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê bang li hikûmeta Fransayê kir û roja Înê saet di 18’an de li Kolana Arîstîde Brîande ya li gel Meclîsa Neteweyî hatin cem hev.
Polîsan li ber parlamentoyê tedbîrên mezin girtin. Di dema çalakiyê de berpirsekî Wezareta Karên Derve heyetek ji çalakgeran pêk dihat qebûl kir.
DAXWAZA HEVDÎTINA LAURENT FABÎUS RE
Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (FDKK) Şukran Akdogan, Sekretara FDKK’ê Fîdan Unlubayir, Sekreterê Akademiya Çanda Kurd a Parîsê Murat Polat û nûnerê Parîsê yê PYD’ê Xalid Îsa jî di nav heyetê de cih girtin. Heyetê diyar kir ku li dijî DAIŞ a Kobanê dorpêç kirine bila êrîşa hewayî pêk bê. Heyetê her wiha daxwaz kir ku bi Wezîrê Karên Derve Laurent Fabius bên cem hev. Lê rayedaran daxwaza wan neanî cih. Çalakgeran li ser vê çalakiya xwe domandin.
Partiya Komunîst a Fransayê, MLKP, DÎDF û Federasyona Elewiyan a Demokratîk FEDA’yê piştgirî da çalakiyê û heta derengiya şevê Seroka Komeleya Piştevaniya Fransa-Kurdistanê Sylvîe Jan jî piştigirî çalakgeran.
JI POLÎS HIŞYARIYA MUDAXALEYÊ
Di nîvê şevê de polîsan got ku biryara mudaxaleyê ji midûriyeta polîsan girtine. Du caran hişyarî hat kirin. Çalakgeran jî bersiv dan polîsan û gotin ku ew ê çalakiyeke aştiyane pêk tînin.
Piştî demekê polîsên hêzên çevîk hatin qadê û gotin êdî çalakiyên wan qedexe bikin.
Hevseroka FDKK’ê Şukran Akdogan û Murat Polat ev hişyarî ragîhand çalakgeran. Çalakgeran jî gotin ku heta randevuyê ji wezaretê negirin wê ji vir neçin.
SALÎH MUSLIM: YA JIYANEK BI RUMET AN JÎ...
Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim bi telefonê bang li gel kir û got ku berxwedana Kobanê ew hemû kirine yek û got: “Ev berxwedan pîroz e. Dilê me bi we re ye. Her kes li ser piyane. Ev rewşeke dîrokî ye. Ya jiyanek bi rûmet an jî mirineke bi berxwedaneke mezin. Serkeftin ya me ye. Bila gumana kesî tune be. Kurd îro ji bo azad û aştiyê têdikoşin. Divê her kes vê bizane. Ya serkeftin ya serkeftin.
ŞEVA XWE LI WIR DERBAS KIRIN
Çalakger heta sibehê li bin daran rawestiyan. Polîsan mudaxale nekir. Saet di 05.00’an de çalakger bi komî bi dirûşmayan belav bûn. Çalakgeran ji bo çalakiya îro saet di 15.00'an de li Republique pêk tê bang kirin.