Kurdan şeva xwe li ber Domê derbas kir: Îro roja rûmetê ye
Kurdan şeva xwe li ber Domê derbas kir: Îro roja rûmetê ye
Kurdan şeva xwe li ber Domê derbas kir: Îro roja rûmetê ye
Li Bajarê Koln a Elmanyayê Kurd û dostên Kurdan bi armanca ku piştgiriyê bidin Kobanê li ber Dêra Dom çalakiya nobetê pêk tînin. Çalakger bi şev li vir man û bang li Kurdên Ewropayê kirin ku xwedî li Kobanê derkevin.
Kurdê Ewropayê li ser banga KCD-E’ê li gelek bajaran çalakiyên protestoyî pêk tînin. Li Kolnê Kurd li ber dêra Dom hatin cem hev bi tevlibûna sedan kesî çalakî pêk anîn. çalakiya bi organîzasyoan Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û TJK’ê pêk hat vegeruherî çalakiya nobetê. Kurdan li ber dêra Doma çalakiya nobetê ya bêdem dan destpêkirin. Çalakgeran şeva xwe li wir derbaskirin û banga tevlibûnê li Kurdên Ewropa kir.
ROJ EV ROJ E
Seroka NAV-DEM’ê Dîlek Satilmiş bal kişand ser berxwedana Kobanê û got: “Ev 10 roje DAIŞ bi çekên giran êrîşî Kobanê dike. Li dijî van êrîşan berxwedaneke mezin tê jiyîn. Gelê me li ser piyan e. Em ji bo ku bibin bersiv me çalakiya kon ya bêdem da destpêkirin. Her ku berxwedana Kobanê bidome dê çalakiyên me jî berdewam bikin. Em ê tenê bi çalakiya sînor nemînin. Em ê saziyan der barê êrîşên li ser Kobanê de agahdar bikin. Divê hemû Kurdên Ewropayê rabin ser piyan. Roj ev roj e. Roj roja şerefê ye.
Li ser navê rêxistina MLKP’ê Haydar Guler diyar kir şoreşa Kobanê şoreşa wan e û got: “Divê şoreşa Rojava bê parastin. Ew şoreş şoreşa me ye. Em wisa lê dinêrin. Îro hêzên me yên çekdar li wir li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Divê ev şoreş bê parastin.
Şengê Kahraman jî bi lêv kir ku ancax bi berxwedanê dikarin li dijî van êrîş û dagirkirina bibin bersiv û got: “Peywir dikeve ser milê her Kurdî. Bi taybet jî Kurdên Ewropa. Divê xew ji me re heram be."
Endamê Koma Berxwedan Serdar Azad jî got: “Ev êrîş li dijî Kurdistanê ye. Tenê Kobanê eleqeder nake. Her Kurdî eleqeder dike. Ji bo vê divê her kes tevlî van çalakiyan bibin û xwedî li Kobanê derkevin.
Aysel Mert jî diyar kir ku her Kurdê xwedî wijdan divê îro li ser piyan bin.
Evîn Gedîk jî got divê her kes tiştekî bike û dema berxwedana Kobanê hebe, li mala xwe rehet razan ne di cih de ye.
Amed Musa jî ji bajarê Dêrik a Rojava destnîşan kir ku ji bo bibe dengê Kobanê di çalakiyê de ye.
Evîn Aslan jî got divê çalakiyên bi vî rengî zêdetir bin û bi çalakiyên rojek du rojan ev nayê çareserkirin divê her roj li kolanan bin.
Dilê Alkan jî anî ziman ku ew bawer dikin ku wê Kobanê nekeve destê çeteyên DAIŞ’ê û got wê hewesa dewletan di qiriqa wan de bimîne.