BI DÎMEN

Kurdan li Lozanê bang kir: ‘Azadî û Statû’

Meşa Dirêj a 2 rojan a li Swîsreyê bi şîara “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” hate lidarxistin, bi mîtîngekê ve bi dawî bû.

Di axaftinên mîtîngê de hat diyarkirin ku êdî ti wateya sînorên ku bi peymana Lozanê hatine xêzkirin ti wateya xwe nemaye, peyama bi têkoşînê wê Ocalan û Kurdistan bê azadkirin hate dayîn.

Di pêşengtiya Navendên Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (DEM-KURD) de, Meşa Dirêj a 2 rojan bi şîara “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” hate lidarxistin, li Lozana Swîsreyê ya ku Kurdistan kire çar parçe bi mîtîngekê ve bi dawî bû.

DAXWAZA AZADÎ Û STATÛYÊ LI LOZANÊ DENG VEDA

Meşvanên azadiya Ocalan ên ku di saetên sibehê de li Place de Marche Renensê li hev civiyan, starta roja 2’emîn a Meşa Dirêj dan û di tevahiya rojê de li navenda bajarê Lozanê daxwaza “Azadiya Ocalan û Statûya Kurdistanê” kirin.

Di tevahiya meşê de çalakvanan bi yek dengî dirûşma “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistnê Re Statû” li Lozana ku Kurdistan bi Peymana Lozanê kire çar parçe deng veda.

Di meşê de jinên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê bilind kirin bal kişandin, di tevahiya meşê de belavokên ku balê dikişîne ser tecrîda şidandî ya li ser Ocalan hatin belavkirin.

KOMPLO HATE VALADERXISITN NIHA DORA AZADKIRINÊ YE

Kurdistaniyên ku di tevahiya rojê de meşiyan, Meşa Dirêj a 2 rojan bi mîtîngekê kul i Place De la Rîîponneyê hate lidarxistin ve bi dawî bû. Di mîtîngê de li ser navê DEM-KURD’ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hemû hêzên ku di Komploya Navneteweyî de cih girtine hatin şermezarkirin, bal kişandin ku Ocalan bi berxwendan xwe ya li Îmraliyê komplo vala derxist.

Di axaftinan de behsa girîngiya azadiya Ocalan hate kirin, diyar kirin ku Kurd dev ji daxwaza azadiya Ocalan bernadin.

TSCHOPP: TERCÎH NAYÊ QEBÛLKIRIN

Di mîtîngê de Parlemeterê Kantona Lozanê yê Partiya Sosyalîst Jean Tschopp jî axaftin kir. Tschoop di axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên giran ên tecrîda li ser Ocalan û wiha got: “Ev 18 sal in, jiyanek, evqasî di nava şert û mercên îzole û êşkenceyên giran de meya.” Pirs kir, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan tê kirin nayê qebûlkirin.

Tschopp behsa têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, diyar kir ku gelê Kurd bi têkoşîna ku dide kirin wê polîtîkayên tinekirinê ku dixwazin li ser wî bidin meşandin vala der dixe.

Tschopp, polîtîkayên antî-demokratîk ên Serokkomarê Tirk Erdogan bi bîr xist, bêdengiya Ewropa ya li dijî Erdogan jî rexne kir.

Tschopp bal kişand ser Peymana Lozanê û diyar kir ku gelê Kurd peymana Lozanê vala derxistiye û sînorên ku li dijî wan hatine xêzkirin bê wate kirine.

Piştî axaftinan meşvanên azadiya Ocalan, li gel dirûşmên “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdisanê Re Statû” Meşa Dirêj a 2 rojan bi dawî kir.