Kurd li Parîsê ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan li qadan bûn

Li paytext Parîs a Fransayê Kurdistanî ji bo ewleh û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek lidar xistin.

Ji hezran Kurdistanî zêdetir tevlî meşa di pêşengtiya Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F), Tevgera Jinên Kurd ên Fransa (TJK-F) û Ciwanên Azad ên Parîsê ve hate lidarxistin bûn.

Kurdistaniyên di saet 15:00’an de li pêşiya Gara L’Estê kom bûn, ber mi Qada Repûblîqûe yê ve ketin meşê.

Di pêşiya rêza meşê de jinan cihê xwe girtin û pankarta bi nivîsa “Jiyana Rêberê Gelê Kurd di xeteriyê de ye, berpirsê vê komplogerên navneteweyî ne” vekirin.

Li gel bilindkirina şehîdên meha Cotmehê endamên Ciwanên Azad pankarta bi nivîsa “Jiyana Rêbertiya me ji bo em şerê man û nemanê ye” vekirin.

Di tevahiya meşê de Kurdistaniyên dirûşma “Ji Ocalan re azadî” qîrkirin, belavokên balê dikişînin ser pêkanînên dij mirovahiyê ya li ser Ocalan belavkirin.

Li Qada Repûblîqûeyê mîtîngek hate lidarxistin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve destpê kir. Endamê Desteya Dîwana KCDK-E’yê Mûrat Ceylan di mîtîngê de axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya CPT’ê û saziyên mîna Konseya Ewropayê şermezar kir.

Ceylan di dewama axaftina xwe de wiha got: “Yên ku li dorî pradîgmaya Rêbertiya me bûn xelek, li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên bûyî belaya serê hemû cîhanê şer kirin û Reqa rizgarkirin, jin rizgarkirin. Divê saziyên saziyên Ewropa vê baş bizanin. Heta ku em agahiyek ji Rêbertiya xwe bigrin, wê hemû Kurdistaniyên li Ewropa dijîn li malê nerûnin. Her roj wê dakevin qadan û daxwaza azadiya Ocalan bikin.”

Ceylan banga tevlîbûna xurt ji bo çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya C PT’ê û KE’yê hatiye lidarxistin da.

Çalakî bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.