BI DÎMEN

Kurd li navenda dîplomasiyê li Cenevreyê ji bo Ocalan dimeşin

Meşa "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" li navenda dîplomasiyê li Cenevreyê dest pê kir. Meşa Dirêj wê du rojan dewam bike.

Komploya Navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan dikeve sala 18'an. Gelê Kurd ên li Ewropayê dijî û dostên wan bi meşan hêzên ku di vê komployê de cih girtin şermezar dikin û ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statuyê dixwazin.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD), li navenda dîplomasiyê li Cenevreyê Meşa Dirêj dest pê kir. Meş wê du rojan dewam bike. Bi sedan kes li Jardîn Anglaîsê, li ber pankarta "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Di meşê de posterên Ocalan û alên PKK, KCK, YPG, YPJ'ê hatin rakirin.

Tevî ku hewa sar e jî, ji her emrî Kurdistanî û dostên wan bi xurtî tevlî meşê bûne. Hêzên çep û sosyalîst ên Swîsreyî jî piştgiriyê didin meşê.

Dirûşmên meşvanan ên ji bo azadiyê, li navenda dîplomasiya cîhanê deng vedidin.

Roja 1. a Meşa Dirêj a li navenda bajarê Cenevreyê, wê danê êvarê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî bi mîtîngekê biqede.

Meşvan wê di dema meşa xwe de, dosyayên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî saziyên Swîsreyî û navneteweyî bikin.