Kurd li Fransa û Awûstûryayê tevlî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bûn

Kurdistanî bi rengekî girseyî tevlî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên li Fransa û Awûstûryayê bûn.

Li herêma Morbihanê ya Fransayê, pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya îsal li bajarê Lorîentê pêk hat. Pîrozbahî bi pêşengiya gelek sendîkayan hate kirin û li dijî paketên nû yên reformê yên hikumeta Fransayê dirûşm hatin qîrîn.

Bi hezaran kesên li Pont St-Christophe Cote'yê li hev civiyan ber bi navenda Lorîentê ve meşiyan. Kurdistanî û Tirkiyeyî jî tevlî meşê bûn.

Endamên Alternative Libertaire Lorient û Kurdistanî li heman kortejê meşiyan û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer ê li başûrê Fransayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd tevlî pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya sendîkayên Fransayê bû. Di pîrozbahiyê de polîtîkayên aboriyê yên neo-lîberal hatin şermezarkirin. Girseya gel ji Parka Peyro ber bi meydana Comedie ve meşiya.

Kurdistaniyan jî di meşê de belavok belav kirin û ji bo boykotkirina dewleta Tirk bang kirin.

LYON

Li bajarê Lyonê yê Fransayê bi hezaran kes di pîrozbahiya 1'ê Gulanê de li hev civiyan. Kurdistanî jî tevî saziyên dost ên Fransayî tevlî pîrozbahiyê bûn. Kurdistaniyn gelek belavok belav kirin û dirûşmên "Kujer Erdogan, hevkarê wî Macron" qîriyan. Çalakgeran berxwedana Rojava silav kirin.

VIYANA

1'ê Gulanê li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi rengekî girseyî hate pîrozkirin. Kurdistanî jî tevlî çalakiyê bûn.

Serokwezîrê berê Christian Kern û Şaredarê Viyanayê Michael Haupl ku li platforma pêşwazîkirinê ya li ber Qesra Şaredariya Viyanayê bûn, Kurdistanî û dostên wan ên ji ber platformê derbas bûn, silav kirin.

Di pîrozbahiyê de işaret bi rola Kurdan a li Rojhilata Navîn hate kirin û têkoşîna bi heybet a Kurdan a li dijî çeteyên DAÎŞ'ê hate destnîşankirin.

Piştî meşê, girseya gel berê xwe da şahiya 1'ê Gulanê ku ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hate organîzekirin.