Kurd li ber Parlamentoya Fransa di çalakiyê de ne
Kurd li ber Parlamentoya Fransa di çalakiyê de ne
Kurd li ber Parlamentoya Fransa di çalakiyê de ne
Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi desteka dewleta Tirk li ser Kobanê zêde bûn, bi sedan Kurdistaniyên li ber Parlamentoya Fransayê li hev kom bûn, banga hevdîtinek lezgîn bi Wezareta Derve ya Fransayê re kirin.
Gelek Kurdistaniyên li Fransayê bi armanca bale bikişînin ser êrîşên li ser Kobanê, ji deverên cuda yên Parîsê li kolana bi nave Artîsîdeya li ber Parlamentoyê li hev kom bûn. Polîsan li derdora parlamentoyê tedbîrên xurt girtin û nahêlin kes di ber deriyê parlamentoyê re derbas dibin. Kesên beşdarî çalakiyê dibin bi rêyên cuda berê xwe didin Aristideyê.
Di çalakiyê de dirûşmayên weke “Bijî berxwedana Kobanê”, “Em hemû PKK’yî ne” û “Bijî Serok Apo” tên gotin. Şandeyek ji Wezareta Derveya Fransayê hatin û hevdîtin bi şandeyek ji Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (KKDF) re hevdîtinek pêk anîn.
Hevserokê KKDF’yê Rustem Ozay got: “Me daxwaz kir bi awayekî lezgîn êrîşên hewayî li dijî DAIŞ’ê pêk bên û me xwest ku em bi Wezareta Derve re hevdîtinekê pêk bînin.
Piştî hevdîtinê şandeya ji Hevseroka KKDF’yê Şukran Akdogan, Sekretera FDKK’ê Fîdan Unlubayir û Sekreterê Akademiya Çandêya Kurdan a Parîsê Mûrat Polat pêk dihat, xwest hevdîtinê bi parlamentoyê re pêk bînin.
Girseya li ber parlamentoyê jî sirûdan dixwînin û bi dirûşmayan piştgiriyê didin berxwedana Kobanê. Di çalakiyê de tevî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK’ê hatine hildan.
Partiya Komunîst a Fransayê, MLKP, DIDF û Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) piştgirî dan çalakiyê. Seroka Komeleya Piştevaniya Fransa-Kurdistanê Sylvie Jan jî hate cihê çalakiyê.
Eyleme Fransa Komünist Partisi, MLKP, DİDF ve Demokratik Alevi Federasyonu FEDA da destek verirken, Fransa-Kürdistan Dayanışma Derneği Başkanı Sylvie Jan da eylem yerine geldi.
SEROKA PARTIYA KOMUNÎST JÎ KET DEWREYÊ
Sylvie Jan ê ji ANF'ê re axivî, got ku Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst a (PCF) Pierre Laurent û Serokê Koma Parlamento ya PCF André Chassaigne hewl didin xwe bigihînin rayedarekî asta jor ê ji Wezaretê.
Çalakvan jî diyar dikin ku heta daxwaza wan neyê qebûlkirin wê ji qadê neçin. Hevserokê FDKK Eşbaşkanı Rustem Ozay, diyar kir ku hê jî ji gelek deveran mirov hewl didin bên cihê qadê û bang li Kurdên li ber parlamentoyê kir da ku bên ber parlamentoyê.