Kurd li ber KE dest bi çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê dikin
Kurd li ber KE dest bi çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê dikin
Kurd li ber KE dest bi çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê dikin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ wê sibe li Strasbourg li ber Konseya Ewropayê çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê bidin destpêkirin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê li Ewropa tên şermezarkirin. Li ber Konseya Ewropayê ya Strasbourg wê çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê were destpêkirin.
Ji derveyî herêmên Alsace û Lorraîne wê ji Zurich, Basel, Bern a Swîsre, Ulm, Freîburg, Forsheîm, Mannheîm ên Elmanya jî gel beşdar bibin.
WÊ SALIH MUSLIM LI KE HIN HEVDÎTINAN BIKE
Di saetên ku Kurdistanî di çalakiyê de Hevserokê PYD’ê Salih Muslim li Konseya Ewropa hin hevdîtinan bike. Wê Muslim der barê êrîşên çeteyên DAIŞ de agahdariyan bide.