Kurd ji bo sînoran xera bikin diherikin Pirsûsê

Kurd ji bo sînoran xera bikin diherikin Pirsûsê

Kurd û dostên Kurdan ên ji Bakurê Kurdistan û bajarê Tirkiyeyê derketin rê ji bo ku sînorê çêkirî ji holê rakin û pêşî li derbasbûna çeteyên DAIŞ’ê bigirin diherikin sînorê Kobanê.

Bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê çalakiya ku li sînorê Pirsûs-Kobanê hat destpêkirin di roja 8’an de didome û îro wê li tevayî xeta sînor a 160 km’yî belav bibe.

Gelek otobus ku di serî de ji Wan û Amedê hatin ber bi Pirsûsê ve ketin rê. Bi hezaran kesên gihiştin Pirsûsê, bi wesayîtan ber bi sînor ketin rê.

JI AMEDÊ OTOBUS RABÛN

Ji Amedê îro bi dehan otobus rabûn. Gel li ber avahiya DBP’ê li otobusan siwar bûn û ji bo li sînor ji mirovan dîwaran çêbikin çûn Pirsûsê.

Gel bi otobusan ketin rê, gelek rêveberên saziyê civaka sivîl jî bi wesayîtên xwe yên taybet ketin rê.

Welatî beriya ku bikevin rê diyar kirin ji bo nîşanî hemû cîhanê bidin ku gelê Kobanê ne bi tenê ye diçin sînor. Gel destnîşan kir ku ew êrîşên leşker û polîsan protesto dikin, wê ji mirovan dîwar lê bikin û her wiha pêşî li alîkariyên ku ji bo DAIŞ’ê diçin bigirin.

Endamên Egîtîm Senê jî ku îro di grevê de bûn, ji bo piştigriyê bidin gelê Kobanê biryara çûna Pirsûsê girtin û vê sibehê ketin rê.

ŞIRNEX Û MÊRDÎN

Li ser banga DBP’ê bi sedan kes ji Şirnexê çûn sînorê Kobanê.  Ji navçeya Dêrik a Mêrdînê jî gelek kes ber bi sînor ve herikîn û esnafên navçeyê jî darabeyên xwe venekirin.

LI ERDÎŞÊ BI HEZARAN KES MEŞIYAN

Li Erdîşa Wanê jî nêzî hezar kes li ber DBP’ê hatin cem hev, ji bo êrîşên DAIŞ’ê û helwesta hikûmeta AKP’ê şermezar bikin ji rêya Tugay heta avahiya AKP’ê meşiyan.

JI GIRTIYAN KAMPANYAYA ALÎKARIYÊ

Girtiyên girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê ji bo piştgiriya gelê Şengalê hezar TL û alîkariya xurekê şandin.

Ji Girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê jî nêzî 60 girtiyên siyasî 10 kolî alîkarî berhev kirin û şandin ji saziyan re. Ji Girtîgeha Afyonê jî hezar û 500 TL pere hat şandin.

Li navçeya Gimgim a Mûşê gelek kes ber bi sînor ve meşiyan.