Krîza tankêrê a di navbeyna Îran û Ingiltere de giran dibe
Pêrşema bihurî Ingiltereyê bi hinceta ku bi derqanûnî petrola xwerû dibe Sûriyê li Cebelîtarikê dest li ser tankêra Îranê danîbû. Krîza tankêrê di navbeyna Ingilere û Îranê de giran dibe.
Pêrşema bihurî Ingiltereyê bi hinceta ku bi derqanûnî petrola xwerû dibe Sûriyê li Cebelîtarikê dest li ser tankêra Îranê danîbû. Krîza tankêrê di navbeyna Ingilere û Îranê de giran dibe.
Ingiltere jî bi destdanîna li ser tankêra Îranê tevlî nav krîza di navbeyna DYE'yê û Îranê bû. Rageşiya di navbeyna Îranê û Ingiltere bi daxuyaniyên du alî didome. Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf bi hevtayê xwe yê Ingilîz Jeremy Hûnt re bi telefonê axivî.
ZARÎF GOT, ''TIŞTEKÎ DERQANÛNÎ'' TINE
Zarîf diyar kir ambargoya ku DYE'yê li ser Îranê daniye derqanûnî ye û domand, ''Şert çi dibin bila bibin Îran wê îxrackirina petrolê bidomîne.''
Hate gotin Hûnt jî gotiye heqê Îranê heye ku petrolê îxrac bike û fikara xwe ya ji bo zêdebûna rageşiya herêmê gotiye. Hûnt got piştî pêvajoya hiqûqî û darazê ya ji hêla rêveberiya Cebelîtarik ve ew hêvî dike ku tankêra petrolê ya bi navê ''Grace 1'' ya Îranê were berdan.
SEFÎRÊ ÎRANÊ GEF LI INGILTERE XWAR
Sefîrê Londrayê yê Îranê Hamîd Baîdînejad jî li ser hesabe xwe yê Twîtterê ji bo desteserkirina tankêra petrolê helwest nîşan da, ji desteserkirinê re got, derqanûnî ye. Baîdînejat bi berdewamî got divê Ingiltere dîsa wiha neke. Baîdînejat got, ''Tankêra Îranê yasa û norm binpê nekirine lê Ingiltere bi tevgera qorsanî ev kiriye. Heke tankêr û petrola tê de neyê berdan wê tevgera Ingiltere bêbersiv nemîne.''
Îran daxuyaniyan dide ku tankêra wan demildest were berdan, Ingiltere jî got, bila lêkolîna wê were kirin bê ka li gel ambargoyê jî qanûnî ye ku petrolê bide şîrketa Sûriyê yan na.