Serokwezîrê Israîlê Benyamîn Netanyahû di ekraneke mezin de ya ku li pişt disekinî, got Îran di mijara çekên nukleerî de derewan dike û ew hewl didin ku vê derewê piştrast bikin. Netanyahû roja Duşemê dema ev daxuyanî dida ji 100 hezarî zêdetir belge û 183 CD dan ku ‘piştrast dikin’ Îran di vê mijarê de derewan dike. Serokwezîrê Israîlê bi berfirehî got peymana nukleerê ya ku 2015’an hatî îmzekirin gefek e.
MOSADÊ NÎV TON BELGE REVAND
Li gorî rojnameya New York Tîmesê ev belge bi operasyoneke Mossadê hatin dizîn. Hate îdîakirin ku meha Çile Mosad kete depoyeke ku arşîvên nukleerê yên Îranê tê de bûn, nîv ton belge ji bînahiyê derxistin. Rayedarekî payebilind ku navê xwe nedayî got Çileya 2016’an wan depo keşf kirine û piştî wê demê tim çavê wan li ser avahiyê bûne.
SERDANA POMPEO Û ÊRÎŞA LI SER SÛRIYEYÊ
Piştî ku Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê dawiya vê haftiyê serdana Tel-Avîvê kir, ev daxuyanî dan. Wezîr Pompeo dema ku çûyî Siûdî û Urdinê jî mijar politikaya Qesra Spî ya derbarê bernameya nukleerê ya Îranê bû. Serokê DYA’yê Trûmp her carê dibêje ku ew dixwaze peymanê xira bike. Tê payin ku biryar 12’ê Gulanê were standin.
Beriya daxuyaniya Netanyahû bi çend saetan şeva Duşembê hinan êrîş bire ser baregehên Mihafizên Şoreşê yên Îranê yên li Hema û Helebê û her wiha ser artêşa Sûriyê. Di encamê de bi dehan kes hatin kuştin. Kesî êrîş neanî ser xwe lê hemû îşaret Israîlê nîşan didin. Israîl ji 2003’an ve gelek caran êrîş biriye ser hedefên li Sûriyê. Operasyon van mehên dawî zêde bûn. Ji Kanûna 2017’an ve ji 9 êrîşan Israîl berpirs hate dîtin. Lê êrîşa Yekşemê weke fetlonekekê tê dîtin.
Pisporê Îranê Joel Parker, ku li Navenda Lêkolînê ya Rojhilata Navîn Moshe dixebite û navenda wê li Tel Avîvê ye, ji rojnameya Le Tempsê re axivî û got, ‘’Israîlê vê carê êrîşeke wiha bi ser Îranê de de bir ku Îran nema dikare çavê xwe ji vê re bigire.’’ Ango li gel îmhakirina çekên ku Israîl ji bo xwe taloke dibine, baregehên leşkerî yên veşartî yê Îranê yê li Sûriyê bi vê êrîşê deşifre bûn.
ÊRÎŞA ISRAÎLÊ YA LI SER SÛRIYÊ BÛ ERDHEJ
Li gorî pisporan hedef serkeftî bû. Ji ber ku, li gorî pîvandina Rîchterê êrîşan erdhejeke bi himeta 2.6’ê çêkir. Ev rewş hem asta êrîşan nîşan dide û hem jî ji bale dikişine ser çekên veşartî yên ku bûne hedef. Nîşaneya guherîna stratejîk a di vê êrîşê de ew ku çi qas ziyan daye. Parker dibêje Israîlê beriya niha êrîşên bisînor dikir lê vê carê nêzî 40 kesî hatiye kuştin.
Brandon Frîedmen ku ji heman navenda lêkolînê ye got êrîşên Israîlê yên bi vê astê nîşan dide ku ‘‘dem teng dibe’’. Frîedman got, ‘’Bi çekên Rûsan re ku diçine Sûriyê, derfetên ku hişyariyê didine Îranê bi rengekî bi taloke kêm dibin.’’ Tê gotin DYA û Israîl bi şerekî leşkerî dixwazin pêşveçûna Îranê ya ber bi Israîlê ve were sînordarkirin.
ÎRAN WÊ KENGÎ BERSIVÊ BIDE
Ev rageşî dibe ku şerê Israîl-Îranê bi xwe re bîne? Ev senaryo ji mêj ve di rojevê de ye. Heke peymana nukleerê xirab bibe, fikar hene ku senaryoyeke şer bi rîskeke mezintir derkeve holê.
Li gorî Paker peymana nukleerê yek ji wan sedeman e ku Tehran li dijî Israîlê bersivê nade. Paker got, ‘’Îraniyan bi Ewropa û DYA’yê re têkiliyên xwe yên bazirganî geş kirin û rewşa xwe baş kir. Êrîşa li ser Isarîlê dibe ku talokeyan li ser vê peymanê çêbike.’’
Frîedman got Îran zehmet e ku beriya hilbijartina Lubnanê ya 6’ê Gulanê êrîşê bîne û sedema wê jî Hîzbullah nîşan da ku wê tevlê hilbijartinan bibe û got, ‘’Ti berjewendiya Îranê tine ku vê pêvajoya hilbijartinê tev bide.’’
DYA: HAYA ME JÊ HEBÛ, BELGE RAST IN
Li ser belgeyên ku Netanyahû bi rengê ‘’delîl’’an dayî, DYA’yê jî daxuyanî da û bi daxuyaniyan li pişt Netanyahû sekini. Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Pompeo got belge rast in û pêbawer in. Pompeo got, ‘’Ez dizanim hin kes dibêjin ev belge ne rast in. Ez dikarim piştrast bikim ku ev belge rast in û pêbawer in.’’
Pompeo got, ‘’Ev demek e ku haya me ji van belgeyan hebû û di danûstandinan de em li ser vê axivîn.’’ Pompeo got gelek belge û agahî hene, ‘’Em jê lê dikolin, wê pir bi kêrî me were em asta wan binirxînin.’’ Daxuyaniya duyemîn a ji Qesra Spî hatî ya beriya xwe rast kir. Di daxuyaniya pêşî de hatibû gotin, ‘’bernameya çekên nukleerî ya asê û veşartî ya Îranê heye’’ û di daxuyaniyeke dî de hate gotin, ‘’bernameyeke çekên nukleerî ya asê û veşartî ya Îranê hebû.’’
DYA WÊ JI PEYMANA NUKLEERÊ VEKIŞE?
Serokê DYA’yê Donald Trûmp beriya biryara 12’ê Gulanê careke dî berê tîrên xwe da peymana nukleerê. Trûmp li ser peymana Nîsana 2015’an got ‘’ji bo DYA’yê kambax e’’.
Îranê jî van demên dawiyê li gorî daxuyaniyên DYA’yê zimanê xwe xwe guherand û got heke peymana nukleerê têk biçe ew ê dest bi xebatên dewlemendkirina uranyûmê bikin. Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf tinazên xwe bi daxuyaniyên Netanyahû kir û got xwe avêtiye ser îdîayên berê yên Trûmp. Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Elî Ekber Salehî got, ‘’Îran zirtan nake. Hêvî dikim ku Trûmp bi berfirehî bifikire û peymanê bidomîne.’’