Kosedagi: Tayyip Erdogan li hemberî xwendekaran tetîkêşiyê dike

Kosedagi: Tayyip Erdogan li hemberî xwendekaran tetîkêşiyê dike

Berdevka Kolektîfa Xwendekaran Neval Kosedagi bal kişand ku hukûmet hemû alî û derdorên ku ne alîgirên AKP’ê ne ji xwe re dike hedef û got ku zanîngeh jî di nava vê yekê de ne. Kosedagi destnîşan kir ku Erdogan dixwaze bi daxuyaniyên xwe xwendekaran marjînalîze bike û ji bo xwendekarên oldar-rastgir jî imtiyazê nas dike.

Di sala 2012 li hemberî xwendekarên zanîngehan zext û êrîşên gelek dijwar pêk hatin. Piraniya wan Kurd bi sedan xwendekar hatingirtin.

Mînaka herî dawî ya van êrîşên dijwar ên li ser xwendekaran, êrîşa li Zanîngeha ODTU’yê bû. Xwendekarên ku xwestin Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan protesto bikin li rastî êrîşên dijwar ênpolîsanhatin.

Em derbarê mijarê de bi Berdevka Kolektîfa Xwendekaran Neval Kosedagiê re axivî. Kosedagi bersiv da pirsên nûçegihanê ANF’ê Alî Bariş Kurt ên derbarê mijarê de.

Kosedagi bal kişand ser pirsgirêkên xwendekaran ên li zanîngehan û got: “Êdî li zanîngehan bidestxistina mafên sereke ji bo xwendekaran zor bûye. Xwendekar bi pirsgirêkên bihabûna gihiştin û xwarinan re rû bi rû ne. wargehên dewlet dide pir kêm in, têrê nakin û xirabin. Li piraniya wan aktîfîteyên çand û hunerê tune ne. Li aliyeke din xwendekar bi lêpirsîn, binçavkirin û girtinan re rû bi rû ne.”

Kosedagi destnîşan ki ku êrîşa li ODTU’yê li hemberî xwendekaran pêk hat mînaka herî dawî ye û got: “Me dît ku çawa êrîşê xwendekarên ku nedixwestin Tayyip Erdogan were zanîngeha wan kirin. Bi kurtî daxwazên me yên ji bo zanîngehan, perwerdeyeke bêpêre, zanîstî û bi zmanê zikmakî ye.”

Kosedagi bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan û got: “Serokwezîr dixwaze hemû alî û derdorên nebûne AKP’yî, marjînalîzebike û biguherîne.” Kosedagi destnîşan kir ku ev yek jî parçeyek ji polîtîkayên paşverû yên AKP’ê ên pêvajoya “hostatiyê ye”. Kosedagi bi bîr xist ku bi sedan xwendekar, rojnamevan, şaredar, parlementer, pîr û kal, zarokên Kurd hatine girtin û got ku AKP hemû alî û derdorên li dijî xwe kiriye hedef û got: “Mînaka herî dawî jî bûyerên li zanîngeha ODTU’yê ne.”

Berdevka Kolektîfa Xwendekaran Kosedagi bal kişand ku hukûmet dixwaze zanîngehan jî bide aliyê xwe û got: “Jixwe sedema vê êrîşa ewqas dijwar jî ew e. Heta niha nekariye zanîngehan bi dest bixe û zept bike. Zanîngehên ku teslîmê AKP’ê nebûne ji wan re bûne derd.” Kosedagi bal kişand ser berxwedana Zanîngeha ODTU’yê û diyar kir ku bêyi ku tu ferqê bixe navbera hêzan careke din nîşan da ka divê em çi bikin û da zanîn ku zanîngehan li hemberî polîtîkayên paşverû berxwedaneke bêhempa nîşan da.”

Kosedagi bal kişand ser girîngiya zanîngehan a ji bo pêşxistin û pêşvebirina civakan û got: “Zanîngeh her tim saziyên berxwedanê û saziyên rewşenbîriyê ne. Ev sazî her tim li aliyê zanînst û rastiyê ne. Li van zanîngehan gelek rêxistinên girseyî, militant û dikarin civakê biguherînin ên weke DEV-GENÇ’ê pêş ketine.”

Kosedagi bal kişand ser zextên AKP’ê yên li hemberî zanîstê û got: “karker, kedkar, xwendekar, rojnamevan, xwendekar, Elewî hemû di dorpêçekê de ne. Ger hûn li hemberî vê yekê derbikevin her tişt pêkan e! Tenê rêyek a vê jî heye ew jî hemû li hev kom bibin û xwe bi rêxistin bikin.”