Koordînasyona Ewrûpayê: HDP bûye kabûsa dîktatoran!

Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewrûpayê nerazîbûn nîşanî bêhiqûqiya Lijneya Bilind a Hilbijartinê da û got, “HDP a ku bûye nûnerê her bawerî û nasnameyê, bûye kabûsa dîktatoran.”

Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewrûpayê têkildarî bêhiqûqiya Lijneya Bilind a Hilbijartinê a ku dixwaze sindoqan veguhêzîne, îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Kesên ku namzetê serokkomariyê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş belasebeb xistine girtîgehê û kesên ku bi cezabirînê xwestin pêşiya parlementeriya Îdrîs Balûken werin girtin, di heman demê de bi mudaxeleyeke siyasî pêşiya parlementeriya Tûrgût Oker jî girtine.

Dîktatoriya yekzilamî êrîşî hemû gelên mazlûm û mexdûr dike. Kesên ku destlênedayîna parlementeran rakir û parlementeriya nûnerên gel betal kirin û li ser şaredariyan qeyûm wezîfedar kirin îro jî dixwazin siyaseta demokratîk tasfiye bikin.

Vê polîtîkaya Lijneya Bilind a hilbijartinê ne dûrî desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Em bang li YSK dikin ku bila vê biryara xwe ya şaş sererast bike. Di heman demê de em bang li gelên mazlûm û bindest dikin ku bila têkoşînê geştir bikin.”