Koordînasyona Civaka Êzdîxan a Ewropayê Îdo Bavê Şêx bi bîr anî
Koordînasyona Civaka Êzdîxan a Ewropayê diyar kir ku ew ji ber wefata Îdo Bavê Şêx xemgîn in û sersaxî ji civaka Êzidî û malbata wî re xwest.
Koordînasyona Civaka Êzdîxan a Ewropayê diyar kir ku ew ji ber wefata Îdo Bavê Şêx xemgîn in û sersaxî ji civaka Êzidî û malbata wî re xwest.
Koordînasyona Civaka Êzdîxan a Ewropayê diyar kir ku ew ji ber wefata Îdo Bavê Şêx xemgîn in.
Di peyama koordînasyonê de ev tişt hate diyarkirin:
“Bi dilêşaneke mezin, me nûçeya kirasguhertina Îdo Baxê Şêx bihîst. Em ji ber wefata wî gelekî xemgîn in. Îdo Bavê Şêx xîretkêş, têkoşer û rewşenbîrekî neteweyî bû. Em her de xemgirê Kurdistan û Êzdiyatiyê bû. Sekn, mitewazî, dilfirehî, feraset û perspektîfa wî ji bo her kesî balkêş û mînak bû. Ji ciwaniya xwe ve di nav têkoşîna civakî û neteweyî de cih girt. Armanc û hedefa wî yekîtî û tifaqa civakî û neteweyî bû. Bila serê neteweya me, civaka me û malbata wî sax be.”