Kontrgerîla li ser kar e!
Kontrgerîla li ser kar e!
Kontrgerîla li ser kar e!
Parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Ertûgrûl Kurkçu û parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel destnîşan kir ku berpirsyarên sereke yên êrîşa li hemberî endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Karataş, Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Davûtoglû ne, ku dengî devê xwe vedikin HDP'ê hedef nîşan didin. Kurkçu got, "Ev êrîşa ku niha weke êrîşeke bi tenê tê dîtin, dibe ku destpêka rêze êrîşên kontra be."
Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku hikûmetê, bi destpêka krîza Kobanê re nekarî rewşa tengezar bi rêve bibe û ji ber ku di ser re rewş dijwartir kiriye, encamên ku ew bi xwe jî nikare kontrol bike derketine holê. Kurkçu ragihand ku êrîşa li dijî endamê wan ê Meclîsa Partiyê Ahmet Karataş rasthatinek nîne û got, "Piştî ku hikûmetê rewş ewçend aloz kir, bi dîtina min divê em bifikirin ku li pişt vê êrîşê mejiyekî din dibe ku hebe."
DIŞIBE PÊVAJOYOA BI KUŞTINA SANTORO RE DESTPÊ KIR
Kurkçu diyar kir ku eger ew li bandora civîna dawî ya Desteya Ewlekariya Milî temaşe bikin, diyare ku destwerdaneke xurt a artêşê di rojevê de ye û bibîr xist ku li her cihê artêş bikeve dewrê, kontrgerîla jî lê tevdigere. Kurkçu anî ziman ku ji ber vê yekê, êrîşa niha ya weke êrîşeke yekane tê dîtin dibe ku destpêka rêze êrîşên kontra be û rêze kuştinên bi kuştina Rahîp Santoro destpê kir, mînak nîşan da. Kurkçu got, "Her çend ev hemû weke bûyerên ji aliyê kesekî hêrsbûyî ve hatiye kirin bê nîşandan jÎ, dema mirov hemûyan bi hev re dinirxînin, tê dîtin ku li piştperdeya vê navendeke kontra heye."
SEROKWEZÎR Û SEROKKOMAR BERPIRSYAR IN
Kurkçu diyar kir ku daxuyaniya Davûtoglû ya "Me ti kes sor nekir" rast nîne û destnîşan kir ku ji encamên derketine holê Davûtoglû di heman astê de berpirsyare e. Kurkçu got, "Li Serokkomarekî bifikirin ku dikare bêje, 'Eger sebra me bifûre, tiştên biqewimin ti carî nayê bîra we'. Eger ev gotin ji êrîşê re ne bingehek be, gelo çiye wê demê?" Kurkçu destnîşan kir ku ji vê êrîşê Serokkomar Erdogan jî bi qasî Serokwezîr berpirsyar e.
'HIKÛMET MEJIYÊ RÊ LI BER ÊRÎŞÎ VEKIRÎ YE'
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel jî bibîr xist ku HDP di demên dawî de ji aliyê hikûmetê ve yekser hedef hatiye nîşandan û got, "Bi taybetî di demên dawî de bi pêşengiya serokwezîr û serokkomar li hemberî partiya me kampanyayeke lînçê tê meşandin. Zexta hikûmetê ya li partiya me û peyamên wê ji bo nîjadperestên xwe, rewş bêtir aloz kiriye. Zimanê nefretê û sûcdariyên li partiya me tên kirin, bingeh ji vê êrîşê re amade kiriye. Lewma hikûmet ne bûye sedema vê êrîşê, mejiyê rê li ber vê êrîşê vekiriye bi xwe hikûmet e. Ev rewşeke bê qebûlkirin nîne."
Tûncel bibîr xist ku ji bilî pêşvebirina pêvajoya muzakereyê ti alternatîfa hikûmetê nîne û got, "Divê hikûmet tavilê gavên pratîkî biavêje."