Konseya Ewropa: Tirkiye ne xwedî raye ye ku HMME taloq bike

Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjørn Jagland diyar kir ku Tirkiye ne xwedî raye ye ku HMME taloq bike.

Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjørn Jagland îro ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ku Tirkiye ne xwedî raye ye ku Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropayê (HMME) taloq bike.

Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjørn Jagland li Desteya Giştî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) têkîldarî xebatên xwe agahî parve kirin, di serî de Ertûgrûl Kurkçu û Andrej Hûnko, li ser pirsên li ser navê Koma Çepgir a Ewropayê got; “Ji hewldana darbeyê û vir ve em rewşa li Tirkiyeyê ji nêz ve bi fikar dişopînin.”

Jagland îfade kir ku nêrînek mîna Tirkiye dikare HMME taloq bike û ji daraza Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê rizgar bibe heye ava dike û wiha axivî; “Ev avakirina nêrînê an jî agahî derew e û berevajîkirin e.”

Di dirêjiya axaftina xwe de anî ziman ku hikûmeta Tirk xwedî raye ye ku berpirsên hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê derxe holê û dadgeh bike, heta dikare ji ber Rewşa Awarte hin xalên HMME taloq jî bike, lê ne xwedî raye ye ku mafên ku di HMME de hatine garantîkirin binpê bike.

Jagland bi lêv kir ku “Eger li Tirkiyeyê welatî bi sepanîn û darazên ne adil re hevrû bimînin, sedema wê çi dibe bila bibe, dixwaze beriya 15’ê Tîrmehê an jî piştî wê, rêya ew edliyeya li Strasboûrgê jê re vekirî ye” û bendewariya xwe ya ji bo darazandinek adil û bêalî ya li Tirkiyeyê anî zimên.

MPKE DÎSA WEK ROJE TIRKIYE NIRXAND

Meclîsa Parlamentoya Konseya Ewropayê jî îro bi biryarekê ve wê roja Pênçşemê rewşa giştî ya li Tirkiyeyê binirxînin.

Îro di gelek civînên komîsyonan de ku li Konseya Ewropayê hatin lidarxistin, di serî de sepanînên li Tirkiyeyê, rêgezên dewleta hiqûqê û serxwebûna darazê bûn mijara rexneyan. 

Hate hînbûn ku Komîserê Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Nîls Mûîznîeks ji çapemeniyê re giştî têkîldarî dosyaya mafên mirovan a Enqereyê axaftinek berfireh kir û bi eleqeyek mezin hate pêşwazîkirin. Di komîsyoneke din jî Wekîlên HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu û Fîlîz Kerestecîoglû jî pirs pirsîne û bi beşdaran re agahî parve kirine.

Yek ji nêrînên herî zêde hatin ziman jî ew bû ku ji hêla dewleta hiqûqê rewşek bi fikar li Tirkiyeyê heye û divê KE berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û hişyariyên pêwîst bike.