Konsera Ferhat Tûnç a li Dîkîlî rastî êrîşa faşîstan hat

Konsera Ferhat Tûnç a li Dîkîlî rastî êrîşa faşîstan hat

Komeke ji faşîstan êrîşî konsera Ferhat Tûnç a li Dîkîlî kir. Piştî êrîşî eletrîk qut bûn û bernameya konserê bi dawî bû. Tûnç da xuyakirin ku ewê her tim stranên azadiyê bistirê.

Li navçeya Îzmîr Dîkîlî, hunermend Ferhat Tûnç di çalakiyeke rêxistina BDP'ê ya navçeyê derket ser dikê, lê ji ber êrîşa komeke faşîst neçar ma dawî li bernameya xwe bîne. Di çalakiya bi beşdariya 2 hezar kesî de, Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik jî weke axaftvan cih digirt. Tûnç dema bi klama "Tu negirî yar-Sen aglama yar" dest bi bernameya xwe kir, li astengiya komeke li ber derî kom bûbû û sirûda Tirkan "îstîklal" dixwend, rast hat. 

Li ser vê yekê, ciwanên li konserê bersiv dan koma nîjadperest û tevlîhevî derket. Dema ku Tûnç hewl da dawî li vê tengezariyê bîne elektrîk çû û mîkrofona wî hat girtin. Tevî ku eletrîk tunebû û mîkrofon nedixebitî jî Tûnç strana "Dîlên Azadiyê-Ozgurluk Mahkûmlari" got.

Bûyer, piştî konserê li navenda navçeyê jî belav bû û polîsan ketin û derketina kolanê girtin.

'EMÊ HER TIM AŞTÎ Û AZADIYÊ BÎNIN ZIMAN'

Hunermend Tûnç êrîşa faşîst şermezar kir û got, "ev yek encama polîtîkayên netewperest û dijminatiya Kurdan a dewlet û derdorên ji xwe re dibêjin sosyal demokratin e.  Neçarim bêyî stranên xwe biqedînim biçim, lê di dema herî kurt de emê stranên xwe dewam bikin. Em ne ew mirovên bitirsin in. Emê her tim aştî û azadiyê bînin ziman."