Kongreya NCDK a Swîsreyê diyarî Efrînê hat kirin

Kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistan a Swîsreyê (NCDK-S) li Gerlafîngenê hat lidarxistin. Kongre diyarî rihê berxwedêr û şehîdan hat kirin.

Kongreya NCDK Swîsre li bajarê Gerlafîngenê hat lidarxistin. Axaftina destpêka kongreyê ji aliyê Hevserokê NCDK-S Metîn Mîntaş ve hat kirin. Piştre hilbijartina dîwanê, rêz girtin hat kirin. Kongreya NCDK-S diyarî rihê berxwedêr ê Efrînê û şehîdan hat kirin.

Piştî hilbijartina dîwanê, siyasetmedarê Kurd Fûat Kav axivî û bal kişand ser pêvajoya li cihanê tê jiyîn û wiha got: “ DYA, Rûsya, Îran û Tirkiye û bi dehan welatên din tevlî polîtîkaya Rojava bûn. Tirkiye ji bo destkeftiyên Kurdan pûç bike, di navbera Rûsya û NATO’yê de diçe û tê. Hinek caran li gel Rûsya û hinek caran jî li gel DYA’yê dixwaze îtîfaqê bike. Wê kî çi demê bê li gel hev ne diyar e. Tirkiye polîtîkaya xwe û aliyê xwe li gorî polîtîkayên li dijî Kurdan diyar dike. Di mijara pêvajoya li Rojava û Rojhilata Navîn tê jiyîn de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di demê borî de tespîtên girîng kiribûn. Kurd li Rojava dixwazin li gel gelên din bi biratî û bi azadî bijîn û ji bo vê yekê jî li ber xwe didin.”

Piştî axaftinê peyamên sazî û partiyên siyasî hatin xwendin.

Rapora  çavdêriya xebat, jin, rapora ciwan û Rojava hat xwendin û hat nirxandin. Dema ku nûçeya me diket weşanê, hilbijartinê dom dikir.