Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê azadiya Şengalê silav kir
Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê, azadkirina Şengalê silav kir. Di daxuyaniyê de terora dewleta Tirk a li Farqîn, Nisêbîn û gelemperiya bajarên Kurdistanê hat şermezarkirin.
ANF
NÎJNÎ-NOVGOROD
şemî, 14 sermawezê 2015, 09:55
Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê, li bajarê Nîjnî-Novgorod ê Rûsyayê, piştî civîna xwe ya asayî daxuyaniyek da çapemeniyê û azadkirina Şengalê bi destê HPG, YJA Star, YBŞ û YPJ Şengalê ve, silav kir. Di daxuyaniyê de terora dewleta Tirk a li Farqîn, Nisêbîn û gelemperiya bajarên Kurdistanê hat şermezarkirin.
Daxuyanî li ber salona konferansê ya Kamelot hat dayîn. Di dema dayîna daxuyaniyê de Hevserokê Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê Cemal Şemoyan, Berpirsyara Tevgera Êzidiyan li Nîjnî-Novgorod, Hevseroka Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdan li Rûsyayê Liyana Smyon, ji Pîrên Êzidî Torinê Osman, siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar û gelek Kurdistanî amade bûn.
Hevserokê Kongreya Êzidiyan Şemoyan daxuyanî da û got, "Êzidiyan li Şengalê berdêlên giran da û yên ku bûne sedema dayîna van berdêlan niha radibin dibêjin ku wan tol hilanîne. Hewl didin serketina li Şengalê bikin malê xwe. Êzidî gelekî baş dizane ku Şengal ji aliyê kê ve hatiye rizgarkirin û zêdeyî saleke kî li wê derê li cem gelê me têdikoş e. Nayê qebûl kirin ku Barzanî vê serketina girîng bike malê xwe. Eger ewqasî wêrek û dildarên Êzidiyan bûn, çim wê çaxê Şengal terikandin û reviyan. Niha radibe li çiyayê Şengalê daxuyaniyê dide û hewl dide xwe pak û mafdar nîşan bide. Lê êdî gelekî dereng e."
Şemoya di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê li hemberî sivîlan dike û got, "Dewleta Tirk Kurdê berê dixwaze. Yanî Kurdê nezan ê ku koledarî bi temamî qebûl kiriye, dixwaze. Sedema terora ku li Bakurê Kurdistanê dimeşîne ev e. Lê belê Kurd êdî ne Kurdê berê ye. Kurdekî zane û dizane ji bo çi têdikoş e, heye. Pêwîste tevahiya gelê me, ne tenê li Bakurê Kurdistanê li çar aliyên cîhanê rabe ser piyan û destekê bide gelê me yê li Farqîn, Nisêbîn, Silopiya û Cizîrê li ber xwe dide. Em bibin yek, kes nikare bi me. Wê dewleta Tirk bi ser nekeve."
Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar jî bal kişand ser têkiliya di navbera AKP û PDK'ê de û got, "Dewleta Tirk kengî êrîşî Kurdan dike, PDK jî ji bo destê dewleta Tirk xurt bike, çi jê tê dike. Tirkiye ji destpêkê ve çeteyên DAIŞ'ê diparêze. Vê yekê yekser bandor li PDK'ê jî kir û her çend PDK partiyeke Kurd e jî li hemberî DAIŞ'ê Kurd neparast. Bi sed hezaran Êzidî li Şengalê terikand. Dema bi pêşengiya YBŞ û HPG'ê Şengal hat azadkirin, Barzanî rabû çû çiyayê Şengalê û hewl da vê serketinê bike malê xwe. Di daxuyaniya xwe de qala HPG û YBŞ ên li ser vê axê berdêl didin, nekir. Girîng e gelê Kurd, bi taybetî jî Êzidî tiştên li Şengalê qewimîn û tiştên Barzanî kir, ji bîr neke. Tevî dijberiya Barzanî jî Şengal hat azadkirin û di vir de ruhê berxwedanê yê HPG û YBŞ'ê bi bandor bû. Vê yekê tevahiya cîhanê dît. Bi demê re wê PDK û dewleta Tirk vê qebûl bikin."