KONGRA-GEL: Em mal û tûrîzma Tirk boykot bikin

KONGRA GEL ji bo boykotkirina mal û tûrîzma Tirkan bang kir û got, "Derba herî xurt a ji bo hilweşandina faşîzmê, derba aboriyê ye. Lewma em bang li her kesî dikin ku bi xurtî tevlî kampanya boykotê bibin."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo boykotkirina tûrîzm û malên Tirk bang kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a faşîst ji bo şikandin û tasfiyekirina îradeya gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê şerekî topyekûn dike. Hîmê bingehîn ê vê konsepta şer, aboriya Tirkiyeyê ye. Dewleta Tirk bi hemû çavkaniyên xwe yên legal û îllegal ên aboriyê vî şerî fînanse dike.

DU KARÊN SEREKE YÊN DIVÊ BÊN KIRIN

Ev polîtîkaya şerê qirêj ji bo tinekirina nasnameya neteweyî, nirxên çandî û destketiyên siyasî yên gelê Kurd tên meşandin. Ji bo têkbirina van polîtîkayan, divê çavkaniyên aboriyê yên şer bên çikandin, ya jî derb lê bê xistin. Her karekî ku derbê li aboriya Tirk dixe, wê bike ku polîtîkaya şer têk biçe û lobiya şer winda bike.

Ji bo hilweşandina aboriya Tirk du karên bingehîn hene ku divê werin kirin: 1- Kirîna malên bazirganî yên Tirk bi her awayî bê boykotkirin. 2- Tûrîzma Tirk bê boykotkirin.

Her kesên ku malên Tirk dikirin û feydeyê li tûrîzma Tirk dikin, yekser destekê didin qirkirina Kurdan. Her qurişê ji wan re tê dayin dibe fîşek û bombe û bi ser gelê Kurd de diteqin. Her qurişê tê dayin xizmetê ji hebûna faşîzma Erdogan-Bahçelî re dike.

Em bi taybetî bang li gelên me yên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li derveyî welat dijîn dikin; heta ku ev şerê ji bo şikandina îradeya gelê Kurd tê kirin bidome, bila malên Tirkan nekevin hundirê xaniyên we. Ti feydeyê li aboriya Tirk nekin. Ne tenê em, divê em bikin ku derdora me jî bi vî rengî tevbigere û bi xurtî tevlî kampanyayê bibin.

DERBA HERÎ XURT A JI BO HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ

Têkoşîna hevpar a Tevgera Azadiyê û dostên li qada navneteweyî ku ji bo hilweşandina faşîzma Erdogan-Bahçelî li her qadê dimeşe, wê sala 2018'an derkeve asta herî bilind. Divê were zanîn ku derba herî girîng û bi bandor a ji bohilweşandina faşîzmê, derba li aboriyê ye û her kes bi vê bîr û baweriyê bi xurtî tevlî kampanya boykotê bibin.

Bi şiyara 'faşîzm wê têk biçe, gelên me wê bi ser bikeve' her kes tûrîzm û malên Tirk boykot bikin, bi vî rengî di hilweşandina faşîzmê de bibe xwedî parekê û roleke bi bandor di hilweşandina faşîzmê de bilîzin."