KONGRA-GEL: Em li çapemeniya Kurd xwedî derbikevin
KONGRA GEL bertek nîşanî girtina çapemeniya Kurd da û diyar kir, AKP bi van êrîşan nikare bi Kurdan. KONGRA GEL ji bo çalakiya sibe ya li ber avahiya Eutelsatê, banga tevlîbûnê kir.
KONGRA GEL bertek nîşanî girtina çapemeniya Kurd da û diyar kir, AKP bi van êrîşan nikare bi Kurdan. KONGRA GEL ji bo çalakiya sibe ya li ber avahiya Eutelsatê, banga tevlîbûnê kir.
Hevserokatiya KONGRA-GEL têkildarî girtina radyo û televizyonên Kurdan û muxalîfan a bi destê AKP’ê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dîktator Erdogan, ji bo şerê xwe yê qirêj ê li dijî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dimeşîne ji aliyê raya giştî ve neyê dîtin û bihîstin, di serî de çapemeniya Kurd dixwaze dengê hemû muxalîfan bibire."
Di daxuyaniyê de hate gotin AKP ji bo medayaya Kurd a ku li Ewropa weşanê dike, bêdeng bike bi rê û rêbazên derhiqûqî dixwaze encaman bistîne û daxuyaniyê wiha dewam kir:
'TI KIRINÊN DEWLETÊ NEKARÎ DENGÊ ÇAPEMENIYA KURD BIBIRE'
"Şîrketa Eutelsatê ku çapemeniya Kurd a Ewropayê girêdayî peyka wan in, li gorî talîmatên dewleta Erdogan û daxwaza RTUK’ê, tam li gorî şêwaza Tirkan ango bi rê û rêbazên derhiqûqî û derdemokrasiyê weşana televizyonên Kurdan dide rawestandin.
Çapemeniya Kurd ne cara yekê ye ku bi girtin, tarîkirin, cezakirinan re hevrû dibe. Paralelî faşîzma dewleta Tirk ku Kurdan jê standiye çapemeniya Kurd jî bi heman awayî para xwe standiye. Lê ti kirinên dewletê nekarî dengê çapemeniya Kurd bibire. Ti rewşeke wiha de ku têkoşîna gelê me ev qasî xurt bûye ti hêz nikare dengê çapemeniya Kurdan bibire.
Dîktatoriya Erdogan piştî medyaya welêt û derveyî welêt bêdeng kir, bi komkujiyên gel dixwaze polîtîkayên xwe yên faşîzmî berbelavtir bike û li gorî xwe encaman bi dest ve bîne.
Ji bo vê sedemê jî xwedîderketina li medyaya Kurd ku li dijî dîktatoriya Erdogan peywira xwe bi cih tîne û dengê gelê me ye, peywira herî sereke ya hemû welatparêzên Kurd, yên demokrat û pêşverûyên Tirkiyeyî ne."
JI BO ÇALAKIYA SIBE BANGA TEVLÎBÛNÊ
KONGRA-GEL diyar kir sibe (12'ê Cotmehê) girtina çapemeniya Kurd wê li ber avahiya şîrketa Eutalsatê were şermezarkin, ku Eutelsat bi dewleta Tirk re ketiye nav bazareke qirêjî û ev bang kir:
"Divê em nîşan bidin ku ti hêz wê nikaribe dengê çapemeniya Kurd bibire. Ji bo em vê bi dîktator Erdogan û hevkarê wê yê li Ewropa bi Eutelsatê bidin fêhmkirin, em bang li hemû kesên bihistyar dikin bi dengekî xurt tevlî nav çalakiya şermezarkirinê bibin."