Konferansa TEV-ÇAND’ê di roja duyemîn de ye

Konferansa TEV-ÇAND’ê di roja duyemîn de ye

4. Konferansa Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê li Ewrûpa TEV-ÇAND, di roja duyemîn de ye. Di konferansê de li beşa muzîkê gotûbêj tên kirin.

Konferansa 4. a TEV-ÇAND’ê, li dû xwendina peyam û raporan, bi nirxandinan dewam kir. Di rapora TEV-ÇAND’ê ya Ewrûpayê de xebatên salekê hatin nirxandin. Di raporê de hemû qadê xebatê yên li Ewrûpayê karê hunerê dikin, yek bi yek hat şîrovekirin û hat destnîşankirin, ku li qadên muzîk, sînema, şano û govendê gelek kêmasî rû dane.

Di raporê de hat ragihandin, ku biryarê par hinek jê bicih hatine anîn, lê beşeke mezin a van biryaran bicih nehatine anîn. Di raporê de hat gotin; “Di serî de çand û huner, saziya me di gelek mijaran de berisv nedaye pêdiviyan. Bi vê rêbazê, ji pêvajoya nû re nikare bersiv were dayîn.”

Di raporê de hat destnîşankirin, ku helwestên tekakesî, huner fetisandiye û rexne hat kirin, ku hunera tê kirin, weke hunera li dawetan e.

“DI PERGALA ME DE PIRSGIRÊKEK HEYE”

Li dû xwendina raporê, nîqaşan destpê kirin. Gotûbêjên hunermendan bi tenê bi muzîkê sînorkirî man. Beşdarên konferansê di axaftinên xwe de ev tespît kirin, “Di pergala me de pirsgirêkek heye. Divê em xwe biguherînin. Naxwe, em gavek bi pêş ve navêjin. Ji ber ku her sal em heman tiştî nîqaş dikin. Lê em di pratîkê de ti ji wan bicih naynin. Roj bi roj em li paş dimînin. Kêm dibin. Ji bilî derketina ser dikê, ti nêrîna me ya hunerê nîne. Ti hunereke me ya hildiberîne tineye. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê tedbîrên pêwist werin girtin.”

Di gotûbêjan de bal  hat kişandin ser pêvajoya çareseriyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û rola hunermendan a di vê pêvajoyê de hat nirxandin.

Hunermendan dan xuyakirin, ku têkoşîna azadiyê wê li qadeke din dewam bike û gotin, “Başe, emê di hunera xwe de guhertineke çawa bikin. Emê bi çi rengî karibin bersivê bidin pêvajoyê. Divê em li ser vê mijarê rawestin û çareseriyekê jê re bibînin.

Di gotûbêjan de her weha hat destnîşankirin, ku Koma Berxwedan jî di vê pêvajoyê de rola xwe bi têrkerî nelîstiye.