Konferansa Kurd a Navneteweyî bi dawî bû
4. Konferansa Kurd a Navneteweyî, ku her sal bi serenavên cuda li paytexta Rûsya Moskowayê pêk tê, îsal bi mijara "Li dijî DAIŞ'ê, perspektîfa avakirina koalîsyona têkoşînê ya navneteweyî" hat lidarxistin.
4. Konferansa Kurd a Navneteweyî, ku her sal bi serenavên cuda li paytexta Rûsya Moskowayê pêk tê, îsal bi mijara "Li dijî DAIŞ'ê, perspektîfa avakirina koalîsyona têkoşînê ya navneteweyî" hat lidarxistin.
4. Konferansa Kurd a Navneteweyî, ku her sal bi serenavên cuda li paytexta Rûsya Moskowayê pêk tê, îsal bi mijara "Li dijî DAIŞ'ê, perspektîfa avakirina koalîsyona têkoşînê ya navneteweyî" hat lidarxistin.
Konferansa ku ji aliyê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd a Navneteweyî û Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Rûsyayê (RÎSÎ) ve hat organîzekirin, bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên ji Rojava û Bakurê kUrdistanê, Federasyona Rûsyayê, akademîsyen, nivîskar û lêkolîneran, li salona Enstîtuyê hat lidarxistin.
Qisekerê destpêkê yê konferansê Serokê Partiya Rûsya Adîl Sergey Mîronov bal kişand ser hebûna hin hêzên ji destwerdana Rûsyayê ya li Sûriyeyê aciz in û got, "Bûyer û qewimînên dawî yên li Rojhilata Navîn bandor li her kesî kir. Bi taybetî bandora herî zêde li gelên li vê erdnîgariyê dijîn kir."
Mîronov diyar kir ku di mijara gelên li Sûriye û herêmê dijîn de, girîng e hemû hêzên navneteweyî li hev bicivin û got, "Divê hêzên navneteweyî di vê mijarê de biryareke hevpar werbirin. Ev mijar bi qasî ku ji hêzekê yan jî dewletê re neyê hiştin, girîng e."
Mîronov bal kişand ser axaftina Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û anî ziman ku eger koalîyona li hemberî DAIŞ'ê hatiye avakirin, bi berpirsyarî rabe wê karên gelekî serketî bike.
Mîronov ragihand ku ew bawer e wê ji vê konferansê biryarên girîng derkeve û got, "Pêwîste êdî her kes bizanibe ku em di mijara wergirtina tedbîran li hemberî hemû pirsgirêkan bi taybetî jî li hemberî DAIŞ'ê, gelekî cidî ne."
Mîronov da xuyakirin, ku wan ji destpêkê ve mîsyoneke girîng dane PYD'ê û destnîşan kir, ku hebûna PYD'ê nîşan dide ku li Sûriyeyê çareseriyeke demokratîk pêkane. Mîronov anî ziman ku di mijara DAIŞ'ê de ew amade ne bi her kesî re rûnên û di vê mijarê de bixebitin."
ABDULLAH: KURDAN MORA XWE LI SEDSALÊ XISTIN
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah jî di axaftina xwe ya li vir de got, "Kurdên li Rojava bêyî alîkariyê ji deverekê werbigire, li hemberî hêzeke faşîst û paşverû ya mîna DAIŞ'ê şer kir. Kurdan di vî şerî de bi xeta berxwedanê ya ku bi taybetî li Kobanê nîşan da re, mora xwe li vê sedsalê xistin.
Niha di nava sînorên Sûriyeyê de Kurd sîstema xwe ava dikin. Ev sîstema me kantonên xweser in. Kurd heta niha, bêyî pişta xwe bide ti hêzê û pê ve girêdayî be, xwe bi vê sîstemê bi rê ve dibin. Di vê modela me de jin, ciwan û hemû beşên civakê bi nasnameyên xwe yên xweser dikarin xwe îfade bikin. Dema me ev sîstem ava kir, ti carî ji bo parçebûna Sûriyeyê me ava nekir. Armanca me demokratîkbûyîna Sûriyeyê û li Sûriyeyeke demokratîk xwe îfadekirina hemû gelan bi nasnameyên xwe ye.
Ji aliyê leşkerî ve Kurd gihaştine astekê. YPG û YPJ îro li Rojava yekîneyên parastinê ne. Ev yekîne ne tenê Kurdan, hemû gelên li herêmê, li dijî gef û xeteriyan diparêzin. Ji xwe tevahiya cîhanê ji vê re şahidî kir. Kurd gihaştine asteke welê ku êdî kesek nikare wan înkar bike."
KURD DIXWAZIN BI GELÊN DIN RE BIJÎN
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Selma Irmak jî di axaftina xwe ya li konferansê de ragihand, ku Kurd li her qadê dixwaze bi gelên din re bijî, vê yekê di her firsendê de bilêv dikin û got, "Ji destpêka damezrandina Komara Tirkiyeyê û vir ve hemû nasname weke Tirk tên pênasekirin. Ev yek di destûra bingehîn de jî bi vî rengî ye. Bi vî rengî hemû maf û çanda Kurdan tê înkarkirin. Kurdan li hemberî vê yekê dest bi têkoşînê kirin û nêzî 30 sal in ji bo mafên xwe têdikoş in. Pêvajoya diyalogê ya di dema dawî de di navbera Dewleta Tirk û Rêberê Gelê Kurd de hat destpêkirin, ji be rku li berjewendiyên AKP'ê nehat, hat sekinandin."
Irmak diyar kir ku her çend Kurd bi çar parçeyan hatine parçekirin jî ti carî ji hev cuda nebûne û got, "Ya li Rojava qewimî li Bakur hat hîskirin. Ji ber vê yekê Kurdên li Bakur û parçeyên din, tevlî berxwedana Kobanê bûn. Lê belê dewleta Tirk a ku dixwest pêşî li vê bigire, destek da DAIŞ'ê. Bi TIR'an çek ji çeteyan re şand û rê da derbasbûna milîtanan. Ji ber ku DAIŞ li hemberî Kurdan şer dike, Tirkiyeyê derfetên bêsînor da DAIŞ'ê
Irmak got, "Yên li Rojava Kurdan ji nedîtî ve werin, daxwazên wan ên siyasî, leşkerî, civakî û rêxistinî li ber çavan negirin, nikarin bi ser bikevin."
RÛSYA ÇIQASÎ LI CEM KURDAN CIH BIGIRE, WÊ EWQASÎ SERKETÎ BE
Serokê Beşa Entegrasyona Avrasya ya Enstîtuya Civaka Dewletan a Serbixwe Vlademîr Valeriyevîç jî da xuyakirin ku Rûsya li hemberî rêxistinên tund ên terorê yên olî dest bi têkoşîneke aktîf kiriye û got, "Rûsya li Rojava çiqasî xwe nêzî Kurdan bike, wê ewqasî serketî be. Rûsya bi diyalog û erêkirina xwişk-birayên me yên Kurd re dikare li hemberî DAIŞ'ê operasyoneke hevpar pêk bîne."
KOBANÊ VEGUHERÎ DESTANEKE LEHENGIYÊ
Di dewama konferansê de Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim jî bal kişand ser xebatên ji nû ve avakirina Kobanê û got, "Weke ku tê zanîn Kobanê veguheriye destana berxwedanê. Kurd bi serketina xwe ya li hemberî DAIŞ'ê re li herêmê bûn nîşaneya serkertin û berxwedanê. Piştî ku DAIŞ'ê li Kobanê winda kir, li herêmên din jî windahiyên giran da. Ji ber ku Kurdan li Kobanê hem vîna DAIŞ'ê şikand hem jî nîşan da ku DAIŞ hêzeke dikare were têk birin. Li Kobanê destana lehengiyê hat nivîsandin, lê ev destan ne tenê desta Kobanê ye, destana hemû Kurdistanê ye."
KURDAN YA NE PÊKAN PÊK ANÎ
Endamê Desteya Rêveber a Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn Stanîslav Îvanov jî ragihand ku Kurdan ji bo xwe biparêzin, ya nepêkan pêk anîn.
Hevserokê Kongreya Êzidiyên lİ Rûsyayê Cemal Şemoyan jî bal kişand ser drama Êzidiyan û got, "Bi xwe çûm Şengalê û Rojava. Ya li van deran qewimîn, bi rastî jî trajediyek e. Jin hatin revandin, zarok hatin kuştin, bi hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn. Cîhan bêdeng ma. Li cem wan Kurdan bi tenê PKK û îdeolojiya Abdullah Ocalan hebû. Eger em îro dibînin ku Kurd li wir hêzek in û vê qebûl dikin, Kurd vê yekê deyndarê Ocalan û PKK'ê ne. Ez li pêşberî we, li vê derê dixwazim spasiyên xwe pêşkêşî PKK'ê bikim. Bi saya wan em îro serbilind in."
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî di axaftina xwe ya li konferansê de, pirsgirêkên penaberên ji çeteyên DAIŞ'ê reviyane nirxand.
Konfearns duh êvarê bi nîqaş û pêşkêşiyên cuda bi dawî bû.