Konferansa 'Em Aştiyê Nîqaş Dikin’ destpê kir

Konferansa 'Em Aştiyê Nîqaş Dikin’ destpê kir

 Konferansa “Em Aştiyê Nîqaş Dikin” a ji aliyê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM)'ê ve tê lidarxistin destpê kir. Berdevkê Demê yê TBM’ê Hakan Tahmaz ê di axaftina vekirinê de da xuyakirin ku dema mirov li pêvajoyê dinêre tê dîtin ku di pêvajoyê de xitimandin derketiye holê.

Konferansa “Em Aştiyê Nîqaş Dikin” a ji aliyê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê ve tê lidarxistin li Salona Konferansê ya Odeya Muhendisên Înşaetê destpê kir. Di salona konferansê ji rapora Heyeta Aqilmendan a piştî nîqaşên li Derya Spî, Derya Reş û herême şûn de ku amade kiribûn hin daxwaz li ser pankartekê hatine nivîsandin û daliqandin.

Her wiha li salonê li ber platforma axaftvanan ji bo aştiyê mûm hat pêxistin. Di konferansê de ligel gelek beşdaran, endamên Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê, Seroka Giştî ya TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker, Hevserokê Giştî yê Rexistina BDP’ê yê Enqere Ahmet Aday, Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal Kemal Bulbul, Serokê Berê yê Odeya Tabîban a Amedê Selçuk Mizrakli, Serokê Giştî yê Berê yê Komeleya Mafê Mirovan Husnu Ondul, Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan, Alîkarê Serokê Partiya Kedê (EMEP) Fevzî Ayber, Serokê Giştî yê MAZLUM-DER Ahmet Faruk Unsal, Sekreterê Giştî yê Berê yê Baroya Enqere Kemal Akkurt, Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Mersînê Alî Tanriverdî, ji nûnertiya Enqere ya Yekîtiya Ewropa Sema Kiliçer û Parlamenterê Riha yê BDP’ê Îbrahîm Bînîcî beşdar bûn.

'DAXUYANÎ AŞKERA DIDIN XUYAKIRIN KU DI PÊVAJOYÊ DE XITIMANDINEK HEYE’

Berdevkê Demê yê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz, da xuyakirin ku nîqaşên der barê çareseriyê de di tu pêvajoyan de bi qasî vê demê hêvî neafirandine û wiha got, "Vekişîna gerîllayên PKK’ê, avakirina heyeta mirovên aqilmendan, li Meclîsê avakirina komîsyonekê bi temamî tevî kêmasiyên xwe jî girîng û dîrokî bûn. Lê bi xemgînî dikarim bêjim ku, li ser pêvajoya çareseriyê ewrên tarî digerin. Daxuyaniyên aliyan didin xuyakirin ku di pêvajoyê de xitimandinek heye.”
Tahmaz di berdewama axaftina xwe de got ku derbaskirina xitimandinê dema alîgirên aştiyê dest bidin hev wê bê derbaskirin û hewldana vê konferansê jî ji bo wê ye.

Tahmaz axaftina xwe wiha berdewam kir: “Berî niha bi hefteyekê li hemberî gorên gerîllayên PKK’ê li Nisêbînê êrîş pêk hat. Bêdengiyeke mezin heye. Ev provokasyon û bêwijdaniyeke mezin e. Bûyerên wiha hêviyên têkildarî çareseriyê kêm dikin. Ji desthilatdariya siyasî kesî tiştek negot. Bi awayekî ev qasî bêwijdanî wê pêvajo çawa bi rê ve biçe gumanan çêdike.” Tahmaz di axaftina xwe de ku êrîşên komên çete yên li dijî gelê kurd jî nirxand got ku êrîşên wiha rê li ber pirsgirêkên ciddî yên têkildarî pêvajoya çareseriyê çêdikin.”

Konferans bi axaftinan berdewam dike.