Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hate girtin, di salvegera 22'an de li Rûsyayê hate şermezarkirin.
Kurdên li navçeya Krasnîî Kût a li bajarê Saratovê, ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê civînek li dar xistin. Civîn li Mala Çandê pêk hat û gelek kes tevlî bûn.
Serokê Otonomiya Kurd a Krasnîî Kût Bûdakov Ramazan û bi navê Meclîsa Jinê Fatma Kadîrova û Zere Şamoyan axivîn.
Qisekeran diyar kirin ku 15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojeke reş e û komploya navneteweyî hîn jî dewam dike.
Qisekeran ragihandin ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê dewama komploya navneteweyî ye û hêzên li pişt tecrîdê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd li pey konsepta tunekirinê ne.
Di civînê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û nokerên wan hatin şermezarkirin. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî banga xurtkirina têkoşînê kir.