Komploya navneteweyî li Ewropayê hate şermezarkirin
Li gelek bajarên Ewropayê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmetê bi meş û xwepêşandanan hate şermezarkirin.
Li gelek bajarên Ewropayê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmetê bi meş û xwepêşandanan hate şermezarkirin.
Di protestoyên Elmanya, Fransa û Îngilîstanê de hate xwestin ku di zûtirîn demê de tecrîd were rakirin.
OLDENBÛRG
Li bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê piştî konsêra Serhado û gelek hunermendên din, ciwan li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meşiyan.
Nêzî 100 ciwanî di meşê de dirûşmên ‘’bijî Serok Apo’’, ‘’PKK gel e gel li vir e’’ berz kirin û komlopya dijî gelê Kurd ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Ocalan de hate pêkanîn, şermezar kirin.
Çalakî ji hêla Ciwanên Azad Oldenbûrb û Ciwanên Azad Hannover /Celle ve hate organîzekirin.
MUNSTER
Li bajarê Munster ê Elmanyayê Komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin. Çalakî li ber Konsolosxaneya Tirk dest pê kir, gelek Kurdistanî li çalakiyê amade bûn. Di çalakiyê dirûşmên wekî ‘’Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’’, ‘’Kurdistan wê jifaşîzmê re bibe goristan’ hatin berzkirin.
Her wiha li ber stasyona trênê ya Munsterê wêneyên têkildarî Şoreşa Rojava hatin daliqandin. Wêneyên ku pêşengtiya ‘’Perspectîve Rojava’ 4 heftiyan wêb imînin. Çalakî bi muzîkê bi dawî bû.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransa bi hezaran Kurdistanî û dostên wan bi meşekê komplo şermezar kirin. Girseya ku ji meydana Canebîere heta bi meydana Vîeûx-Portê meşiyayî bi Fransizî dirûşma ‘’Ji Ocalan re azadî’’ berz kir. Di meşê de her wiha girtina televîzyonên Kurd jî hate şermezarkirin.
TOULOUSE
Protestoya komployê ya Başûrê Fransayê ji hêla Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hate pêkanîn.
Mîtîng li meydana Capîtolê dest pê kir, danezana Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê hate xwendin.
Daxuyaniyek li ser navê KCD-E’yê hate dayin û hate gotin komplo hê berdewam dike, Kurd divê ji bo azadiya Rêbertiya xwe derkevin meydanan.
Piştî axaftinan girse bi dirûşmên, ‘’Bijî Serok Apo’’ di dest wan de xetîre meşiyan.
LONDON
Komploya Navdewletî li paytexta Îngilîstan londonê jî bi girseyî hate şermezarkirin.
Kurdistanî û dostên wan ku bi pêşengtiya Ciwanên Azad UK û Meclîsa Gel a Kurd a Birîtanyayê li meydana Trafalgarê hatin cem hev, pankartên ‘’Ji Ocalan re azadî’’, ‘ji tecrîd û êşkenceyê re êdî bes e’’, ‘’Azadiya Ocalan kilîda çareseriyê ya kêşeya Kurd e’’ vekirin. Girseyê alayên PKK’ê, KCK’ê û Ciwanên Azad hilgirtin û ber bi meydana Pîcadîlly ve meşiyan. Li vir piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan meşa xwe berdewam kir. Di dema meşê de fîşekên hewayî hatin teqandin û vê jî bi xwe re reqa rengan anî. Girse bi meşê hate ber bînahiya televîzyona BBC’yê, li gel baranê jî mîtîng hate lidarxistin. Li ber bînahiya BBC’ê wekîlê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk û Hevseroka Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanyayê Evrîm Yilmaz axaftinek kirin.
Yilmaz got, ‘’Di salvgera 18. a Komploya Navnetewî de em bang li gel û dostên xwe dikin xwedî li azadiya Rêber Apo û berxwedana xwerêveberiyê derbikevin, çalakiyên xwe bikin yek, rabin ser piyan, li dijî êrîşên faşîst û qirqer ê AKP’ê berxwedaneke dîrokî nîşan bidin û hesabên komkujiyan bipirsin.’’ Yilmaz bi berdewamî got, ‘’Roj roja wê ye ku li dijî desthilatdariya faşîst, qirqer a AKP’ê em li ber xwe bidin, Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistana azad ava bikin, Rojhilata Navîn jî bikin bexçeyê jiyana azad a yekîtiya gelan.’’