Komploya 15'ê Sibatê li Saratovê bi meşekê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li Saratovê dijîn, bi meşekê komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî şermezar kirin.
Kurdistaniyên li Saratovê dijîn, bi meşekê komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî şermezar kirin.
Li bajarê Saratov ê Rûsyayê, Kurdistanî û dostên wan meşiyan û komploya 15'ê Sibatê roja radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bo Tirkiyeyê, şermezar kirin.
Meş ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Saratovê ve hat organîzekirin û bi sedan Kurdistanî û dostên ji gelên cuda tevlî bûn. Girseya gel li ber navenda Çanda Kurd li hev civiya û ber bi meydana Çapayeva ve meşiya. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û PAJK'ê hatin hildan û pankartên ku komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin, hatin vekirin.
Serokê Otonimiya Çanda Kurd a Saratovê Yakûp Yûsûbov li vir axivî û got, "Kurdistanî li çar aliyên cîhanê, ji bo şermezarkirina bêbextiya navneteweyî ya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin şermezar bikin, her sal di nava serma û seqemê de dadikevin qadan. Ocalan ji bo Kurdan ne tenê lîderek e. Ocalan parçeyek ji me ye, Rêberê me ye. Lewma komplo û îxaneta li wî hatiye kirin, wê ji aliyê gelê Kurd ve ti carî neyê jibîrkirin."
Yûsûbov bal kişand ser tecrîda giran a li ser Ocalan û bang li hêzên navneteweyî kir, ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin û ji bo azadiya Ocalan bikevin nava tevgerê.
Yûsûbov got, "Weke Kurdên li Saratovê dijîn, em bang li Rûsyayê dikin, ku di komployê de rola xwe heye, têkiliya xwe bi desthilatdariya AKP'ê re bibire. Ez, komploya 15'ê Sibatê bi hêrseke mezin şermezar dikim."
Piştî axaftina Yûsûbov, peyamên rewşenbîrên Rûs ên li dijî komploya 15'ê Sibatê hatin xwendin. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bimire komploya 15'ê Sibatê" bi dawî bû.