Komkujiyên Roboskî û Mereşê li Dortmundê hate protestokirin

Komkujiyên Roboskî û Mereşê li Dortmundê hate protestokirin

Li bajarên Dortmunda Almanyayê komkujiyên Roboskî û Mereşê bi meş û mitîngekê hate protestokirin.

Çalakî bi beşdariya derdora 2 hezar kesî pêk hat û di çalakiyê de wêneyên kesên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Di çalakiyê de gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek pankartên protestokirina komkujiyên Mereş û Roboskî hatin hilgirtin.

Piştî meşê, di mitîngê de ji bo bîranîna kesên di komkujiyên Roboskî û Mereşê de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û belavok hatin belavkirin. Di axaftinan de bêdengiya welatên rojava û bi taybet jî Almanyayê li hemberî van komkujiyên li ser gelê Kurd hatin protestokirin.

Mitîng piştî xwendina belavokê bi dawî bû.