Komkujiya Parîsê li Giessen û Bochumê hate protesto kirin

Komkujiya Parîsê li Giessen û Bochumê hate protesto kirin

3 siyasetmedarên jin yên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarên Giessen û Bochum yên Almanyayê bi çalakiyên hatine li darxistin, hatin protesto kirin.

Ji Sazûmankara PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwana Leyla Şaylemez (Ronahî) ku 9’ê Çileyê li Parîsê li Navenda Enformasyona Kurdistanê hatin qetilkirin, li bajarê Giessenê çalakî hate li darxistin.

Meşa ku Meclisa Jinan ya Berce û Meclisa Gel ya Herêma Kurdan ya Giessenê di demjimêr 13.00’an de li Kirch plazda yê destpêkir. Hezar û 500 Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.

Meşa ji navenda bajarê Giessenê 5 kîlometre meşiyan bê navber sloganên “Jin jiyan azadî”, “Şehîd namriin”, “Tolhildan” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn.

Di dawiya meşa ku wêneyên 3 jinên siyasetmedarên Kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin û her wiha pankart û flamayên komkujiyê şermezar dikin di meşê de hatin hilgirtin û di dawiyê de mitîng li Kirch Plaz hate pêkanîn. Di mitînga ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdan yên li Almanyayê (YEK-KOM) ve hate pêkanîn de, danezana ku komkujiyê şermezar dike hate xwendin.

Piştî xwendina danezanê mitîng bidawî bû û girse bi awayek komî ber bi Komeleya Mezopotamyayê ve meşiyan û tevlî şîna ji bo sê siyasetmedarên jin yên Kurd bûn. Taziyeya ku bi rêzgirtinê destpê kir, Serokê Meclisa Gel ya Kurdan ya Giessenê Emîn Deniz axaftinek kir. Deniz di axaftina xwe de diyarkir ku, komkujiya li Parîsê komployek bû li dijî gelê Kurd û komkujî şermezar kir. Emîn Deniz da diyarkirin ku, pêwîste di demek kurt de hêzên komploger werin aşera kirin, ji bo vê pêwîste gelê Kurd bê navber di nava çalakiyan de bin.

Piştî Deniz dayîkên aştiyê, Meclisa Jinan ya Berçem, Komîsyona Ciwanên Sigenê û gelek sazî û dezgehên din qetilkirina 3 siyasetmedarên jin yên Kurd şermezar kirin û xwest kiryar bêne dîtin.

Piştî axaftinan çalakî bi dayîna xwarinê bidawî bû.

LI BOCHUMÊ HEZARAN KESÎ KOMKUJÎ NELET KIR

Li bajarê Bochumê jî meşa ku bi hezaran kes tevlîbûyî komkujî nelet kirin. Meşa ku şoreşgerên çep û rêxistinên koçber yên Tirkiyeyê jî piştgirî dayê li îstasyona Bochumê destpê kir.

Meşa ku ber bi navenda bajar destpê kir, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin, her wiha pankart û dowîzên komkujî şermezar kirin hatin bilind kirin. Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KJB, Komelên Ciwana û PYD’ê hatin hilgirtin. Bê navber sloganên “Şehîd namirin”, “tolhildan” hatin avêtin. Di dawiya meşê de bi hezaran belavok hatin belavkirin, li ser navê YEK-KOM’ê axaftinek ya şermezarkirina komkujiyê hate kirin. Meş piştî axaftinan bi sloganan bidawî bû.