Komîteya amadekar a festîvalê spasiya her kesî kir

Komîteya amadekar a 24. Festîvala Navneteweyî ya Çanda Kurd spasiya her kesên tevlî festîvalê bûne, kir.

Komîteya Amadekar a 24. Festîvala Navneteweyî ya Çanda Kurd spasî li her kesên kir li gel hemû astengî, zext û zordariyan jî hatine Kolnê û bi çoşeke mezin tevî festîvalê bûne.

Di daxuyaniyê de tê gotin nêzî 80 hezar Kurdistanî û dostên wan tevlî festîvalê bûne û wiha pê de diçe:  ’’Festîval di şexsê Sevê Demîr, Pakîze Nayir, Asîye Yuksel, Sevda Çağdaş, Mehmet Tûnc û Ebû Leyla de diyarî şehîdên vê berxwedana dastanî dikin, me Festîvala xwe ya 24. a Navnetewî ya Çanda Kurd li gorî wate û giyanê şehîdên berxwedanê bi şîara, ‘’Bi rihê berxwedana xweseriyê, ber bi azadiya Rêber Apo ve’’ û ‘’Ne darbeya leşkerî ne dîktatoriya sivîl, bijî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan’’ pêk anîn.

Di daxuyaniyê de spasî li xebatkarên festîvalê, sazî, nûnerên gel ku bi peywira ewlekariya festîvalê rabûne, li pêkhateyên HDK-A, DGB, ABDEM’ê, li Şaredarê Kolnê, encûmenên şaredariyê, xebatkarên şaredariyê û hemû gelê welatparêz hate kirin, ku tevlî festîvalê bûne.