Komîsyona jêr ya di binya Komîsyona Hûrkolîna Mafê Mirovan ya Meclisa Tirk de hatî avakirin, ji bo skandala fîşkirina li navçeya Xozata Dêrsimê derketî holê li cihê wê lêkolîn bike, dê di 15-16’ê Çileyê biçe herêmê.
Komîsyona jêr duh rapora 22 rûpelî ya mufetîşên Wezareta Navxweyî têkildarî skandala fîşkirinê amadekirî pêşkêşî endamên xwe kir. Di raporê de tê diyarkirin ku, dosyayên têkildarî fîşkirinê di komputerekî ku 3 amîrên emniyetê hevpar bikar di anî de hebûn.
Di raporê de hate aşkera kirin ku, fîşkirin di hardekî yê yek terebayt (1024 gîgabayt) de bicih kiribûn. Di raporê de hate diyarkirin ku, ji hardê 345 gîgabayt tejî bû, komputera mijara gotinê şîfre kirî bû. Belgeyên fîşkirinê di dosyayekî 15’ê Tebaxa 2007’an de hatî çêkirin de bûn. Hate tespîtkirin ku heya 21’ê Nîsana 2012’an 3 caran hatiye guhertin.
Endamê komîsyonê Parlementerê CHP’ê Huseyîn Aygun got; “Hemû karûbar di dema mesaiyê de kirine. Bikaranîna hardîskek ew qas mezin tê wateya li wir karekî organîzekirî heye.”