Komîsyona Hilbijartinê ya Mîlano: Divê hilbijêr kontrolên xwe bikin
Li bajarê Îtalya Mîlano, dengdayîn wê di 29-31'ê Gulanê de were kirin. Komîsyona hilbijartinê ya Mîlano diyar kir ku ji bo kar û barên hilbijêran ew amade ne alîkariyê bide.
Li bajarê Îtalya Mîlano, dengdayîn wê di 29-31'ê Gulanê de were kirin. Komîsyona hilbijartinê ya Mîlano diyar kir ku ji bo kar û barên hilbijêran ew amade ne alîkariyê bide.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Kurdistanê dewam dikin. Li bajarê Îtalya Mîlano, dengdayîn wê di 29-31'ê Gulanê de were kirin. Komîsyona hilbijartinê ya Mîlano diyar kir ku ji bo kar û barên hilbijêran ew amade ne alîkariyê bide.
Komîsyona hilbijartinê ya li Mîlano ragihand ku dengdayîn wê li Mîlano, Torîno û Modena di 29-31'ê Gulanê de werin kirin. Komîsyonê ragihand ku divê qeyda li lîsteya hilbijêran heta 14'ê Adarê bê kontrolkirin û yên ne qeydkirî bin qeyda xwe tavilê bikin û got, "Ji bo alîkariya hilbijêran em amade ne. Ji vê nûmaraya telefonê 00 39 324 781 55 54 alîkarî dikare were stendin."