Komên çete sivîlên ku revandine dikin mertal
Komên çete sivîlên ku revandine dikin mertal
Komên çete sivîlên ku revandine dikin mertal
Komên çete yên ku li gundên Til Îd, Becariyê, Uwêniyê, Xirab Esker, Boladiyê û Rihêba Zahir li dijî hêzên YPG'ê windahiyên mezin didin, endamên 2 malbatan revandin û li hemberî YPG'ê kirin mertal.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA'yê bidest xistine, komên çete yên ku duh serê sibehê êrîşî gundê Til Îd kirin, li hemberî bersivdayîna hêzên YPG'ê têkçûn û paşve reviyan. Lê dema paşve çûn jî endamên 2 malbatên gundê Til Îd revandin û wekî mertal bikar anîn.
Hate ragihandin ku komên çete dema ji gund reviyan ji malbata Îsmaîl kesên bi navê Seyît Îsmaîl, hevsera wî Henîfa, keça wî Nezha û hevserê wê Hîşam û pîra malê Behiya, ji malbata Mecît jî kesên bi navê Resûl Seyît Mecît, hevsera wî Narince, keçên wî Bêrîvan a 25 salî, Rojîn a 23 salî, Hêvî ya 21 salî, Zêrîn a 2 salî û kurê wî Hanî yê 30 salî revandin.
Hate gotin ku çeteyan ev malbat li hemberî YPG'ê wekî mertal bikar anîne û jiwana Resûl Seyît Mecît jiyana xwe ji dest daye.
Endamên malbatê yên din jî hîn di destê komên çete de ne.