Komeleya dadgeran ya Şîliyê lêborîn xwest
Komeleya dadgeran ya Şîliyê lêborîn xwest
Komeleya dadgeran ya Şîliyê lêborîn xwest
Komeleya dadgeran ya Şîli, ji malbatên kesên ku di dema Pinochet de hatibûn qetilkirin, lêborîn xwest.
Komeleya dadgerên Şîliyê, ji malbatên ku di dema derbeya leşkerî ya dîktoriyeta Pinochet de zêdetirî 3 hezar mirov hatibûn qetilkirin û wenda kirin, lêborîn xwestin. Diyar kirin ku, wan di wê demê de mexdur ne parastine.
Ji 40’emîn salvegera komkujiyê re tenê çend roj man û ji bo wê komeleya dadgeran ya Şîliyê bi daxuyaniyekî gotin ku: “ Êdî dema lêborînê hatiye , em ji mexdûrên komkujî, malbat û gelê Şîliyê lêborînê dixwazin. Ji ber ku wê demê saziya dadgehê hemwelatiyan li hember kiryarên dewletê ne parastin.”
Derbeya leşkerî di 11’ê Îlona 1973’an de ji aliyê general Augusto Pinochet ve li dijî hikûmeta Salvador Allende hatibû li darxistin û di encamê de hikûmet hatibû hilweşandin.
Di daxuyaniyê de hat destnişan kirin ku, di wê demê de 5 hezar kesan serlêdan kiribûn û ev jî ji ber sedema jiyana wan dibin tehdîdên mirinê dene. Lê belê ev serlêdana wan ji aliyê dadgeha bilind ve hatibûn redkirin.