KOMAW: Jiyaneke bê Rêbertî nayê qebûlkirin

KOMAW’ê Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û got, ‘’Jiyaneke bê Rêbertî nayê qebûlkirin’’ û bang kir ku bi awayekî xurt tevlî çalakiyên şermezakirinê bibin.

Saziya Malbatên Şehîdan û Nebedîbûyiyan (KOMAW) têkildarî Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da û got, ‘’dewleta Tirk a faşîst ku di nav komployê de bi aktîf cih girt, polîtîkayên îmha û înkarê bêhtir kûr dike û di serî gelê Kurd li hemberî hemû hêzên demokratîk ketiye nav êrîşên giştî’’ di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin, ‘’Paradîgmaya nû ya Rêber Apo Şoreşa Rojava û berxwedan xwerêveberiyê bûye asteng ku komloger bigihijin armanca xwe. Ramanên Rêber Apo ku tecrîda giran li ser heye, sîstema Imraliyê û dîwarên wê qevastiye û ji dinyayê, Rojhilata Navîn re bûye kana bestê.’’

‘EM TÊKOŞÎNA XWERÊVEBERIYÊ XURT BIKIN’

Di daxuyaniyê de dewletên serdest ji ber sedema ku di nav komployê de cih girtibûn hate şermezarkirin û hate gotin, ‘’Li dijî komlogeran em xwe li dor Rêber Apo asê bikin û bibêjin, ‘’Bê rêbertî jiyana qet nayê qebûlkirin’’ û têkoşîna xwerêveberiyê xurt bikin. Em êrîşên Erdogan ê bi hişmendiya DAIŞ’ê û dîktatoriya qesrê li Bakur û Rojava pûç bikin.’’

KOMAW’ê bang li gelê welatparêz û derdorên şoreşger û demokrat kir ku tevlî nav çalakiyên şermezarkirina komployê bibin.