KOMAW, banga tevlîbûna 24. Festîvala Çanda Kurd kir

Saziya Şehîd, Mexdûr û Wendahiyan (K O M A W) bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku bi awayekî xurt tevlî 24. Festîvala Çanda Kurd bibin.

Saziya Şehîd, Mexdûr û Wendahiyan (K O M A W) daxuyaniyek nivîskî weşand, bi bîr xist ku 24. Festîvala Çanda Kurd, di 3’yê Îlonê de li bajarê Kolnê pêk te û got; “Weke ku em dizanin her sal bi coş ev festîval pêk tê û gelê me bi hejmarek hêja beşdar dibe. Belê, em bawer dikin ku îsal divê ji hemû salan pirtir û bi hêztir em beşdar bibin. Her wiha divê em îsal, vê Festîvala xwe ya 24’emîn bikin Festîvala Azadbûna Rêber APO. Lazim e em bi ruhekî wisa bilind, bi hilwestek gelek mezin beşdarî vê Festîvalê bibin.”

KOMAW’ê di banga xwe de destnîşan kir ku ev sal û nîvek e agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîne û wiha pê de çû;  “Çi hatiye serê wî em nizanin. Di dema darbeya 15’ê Tîrmehê de, li ser Îmrali gelek gotinên ne xêrê hatin kirin. Lewma em gelekî gûmandar û xofa dikin ku jiyana Rêberê me di xeterê de be.”

KOMAW’ê bi berdewamî ev bang kir;

“Ji bo van sedeman, divê qet em xwe xemsar nekin û xwe rehet nebînin.

Bi taybetî jî divê malbatên me yên mexdûrên şer, wendahî, zîndanî û şehîdan hemû beşdarî vê Festîvalê bibin.

Li gel vê daxwaziya taybetî, em bi giştî jî bang li hemû gelê xwe yê li Ewropa û dostên gelê xwe dikin ku em di roja 3’yê Îlonê de dengê xwe bigihînin hev û hêza xwe bikin yek.

Divê, di rojeva jiyana me de, mijara sereke û hewldana me bi bingehînî Azadbûna RÊBER APO be!”