KOMAW: Şîlana Sosyalîst jî tevlî karwanê şehîdan bû
KOMAW: Xwedî kedekî mezin û di heman demê de jî xwedî li keda her kesê derdiket û rêz jêre digirt, ji bo wê nasnavê ‘Şîlana Sosyalîst’ girt û ev nav pir lê dihat.
KOMAW: Xwedî kedekî mezin û di heman demê de jî xwedî li keda her kesê derdiket û rêz jêre digirt, ji bo wê nasnavê ‘Şîlana Sosyalîst’ girt û ev nav pir lê dihat.
KOMAW a têkildarî wefata Muzeyyen Palabiyik daxuyaniyek nivîskî da, ji bo bîranîna ku wê sibe li bajarê Hattîngenê a Elmanyayê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniya KOMAW’ê de ev tişt hate gotin: “Hevrêya em Muzeyyen Palabiyik a tevahî jiyana xwe da têkoşîna şoreşê, li gelek qadan li welat û Ewropa xebat bi rê ve bir. Di 2 salên dawî de li Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) a me di rêzên pêş xebat de da meşandin. Di vê navberê de bi giranî nexweş ket. Ji bo dermankirinê hate şandina nexweşxaneyeke ya bajarê Lunen a Elmanyayê, mixabin di nava çend rojan de jiyana xwe ji dest da.
Di hemû têkoşîna jiyana xwe de, bi Rêbertî û şehîdan ve girêdayî, bi milîtanî meşiya ye, bi hemû hêza xwe tevlî hemû xebatê bûye. Ew wekî xebatkarekî mezin xwedî kedekî mezin û di heman demê de jî xwedî li keda her kesê derdiket û rêz jêre digirt, ji bo wê nasnavê ‘Şîlana Sosyalîst’ girt û ev nav pir lê dihat.
Mixabin di demeke ne li bendê hevrêya me Şîlana şoreşger jiyana xwe ji dest da û tevlî karwanê şehîdan bû. Ya dikeve ser milê me jî soza me dayî hemû şehîdan em nû bikîn; em ê li ser şop û rêya wan bimeşin.
Ji bo merasîma hevrêya xwe Şîlan a ku wê sibe saet 13:00’an li navnîşana Ruhrallee 19,45525 Hattîngen bê lidarxistin, di serî de malbatên şehîdan û hemû hevrê, heskirî û hemû welatparêzan vedixwînin.”