Komara Îslamî ya Îranê 3 Kurdên din jî bidarve kirin
Komara Îslamî ya Îranê 3 Kurdên din jî bidarve kirin
Komara Îslamî ya Îranê 3 Kurdên din jî bidarve kirin
Hat ragihandin ku li Girtîgeha Ûrmiyê 3 Kurdên hatin darvekirin.
Li gorî malpera Kurdpayê di vê hefteyê de ji aliyê rejîma Îranê ve li Girtîgeha Ûrmiyê 3 girtiyên Kurd yên bi navê Çengîz Salih Zadê, Îrac Nesîrî û Qadir Nîk Endîş ji ber sedemên kuştinê cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn, hatin darvekirin.
Hat ragihandin ku Çengîz Salih Zadê (30) yê xelkê gundê Dizê Mirgewer, Îrec Nesîrî ji xelkê bajarê Çalduran, di 18’ê Kanûnê de li Girtîgeha Ûrmiyê hatine bi darvekirin. Qadir Nik Endîş yê xelkê bajarê Dêj di rojên paştir de hatiye bi darvekirin.
Li gorî heman çavkaniyê di nava vê mehê de ji aliyê rejîma Îranê ve 24 girtiyên Kurd yên cezayê bi darvekirinê girtî hatine bi darve kirin.