‘Komar’ kirin dîroka qetlîaman

DKP/BOG, MKP, TKP-ML, TÎKB, TKEP/L’ê diyar kirin ku ji Maraş, 19’ê Kanûnê û Roboskiyê û vir ve qetlîam didomin.

Komîteyên Ewropayê yên DKP/BOG, MKP, TKP-ML, TÎKB, TKEP/L’ê bi wesîleya salvegerên Maraş, 19’ê Kanûnê û Roboskiyê îro daxuyaniyên nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku, di 96 salên ‘Komar’ê de bi tu awayî demokrasî nehatiye pêkanîn.

Di daxuyaniyan de ev tişt hate diyarkirin: “Kemalîstan berê Kurd qetil kirin. Piştre jî Rûm sirgunî derveyî welat kirin. Pê re jî mafê karker û gundiyan hate desteserkirin.

Di 24’ê Kanûna 1978’an de qetlîama Maraşê hate kirin piştre jî rêya ber bi darbeya faşîst a 12’ê Îlona 1980’an hate amadekirin. Di qetlîama Maraşê de bi sedan Elewî hatin qetilkirin. Dema ku qetlîam hate kirin CHP li ser desthilatdariyê bû.

Di 19’ê Kanûna 2000’an de jî li 20 girtîgehan operasyon hate kirin û 28 şoreşger hatin qetilkirin. Di dema vê qetlîamê de jî Bulent Ecevît serokwezîr bû.

Di qetlîama Roboskiyê de jî 34 gundiyên Kurd hatin qetilkirin.

Îro 250 hezar kes di girtîgehan de ne û 457 girtiyên nexweş hene.

AKP di 9’ê Cotmeha 2019’an de jî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye.

Em berxwedan û Şoreşa Rojava silav dikin û diyar dikin ku wê ne dewleta Tirk û ne jî hêzên emperyalîst nikaribin Rojava teslîm bigirin.”