Komalên Ciwan: Divê ciwan biherikin eniyên berxwedanê

Komalên Ciwan: Divê ciwan biherikin eniyên berxwedanê

Komalên Ciwan diyar kir Kobanê  cihê çirûskên şoreşa Rojava lê hatiye pêxistin e û bang li hemû cîwanan kir ku li qadên şoreşê cihê xwe bigirin û biparêzin.

Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniyek nivîskî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke bi heybet tê meşandin.

Hat diyarkirin ku şoreşa têkoşîna azadiya Kurdistanê nêzî serkeftinê ye û hat gotin ku DAIŞ ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve wek ‘rêxistina provokator ya global’ tê nasîn dixwaze vê têk bibe.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ciwanên leheng ên Kobanê DAIŞ têk birine û ji ber ku ev tehemûl nekiriye vê carê êrîşî qezencên Başûrê Kurdistanê kiriye û li vir jî rastî berxwedana mezin a gerîlayan hatiye. Hat destnîşankirin ku piştî DAIŞ li vir jî hat têkbirin, careke din berê xwe daye Kobanê.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Di serî de dewleta Tirk û hêzên mêtinger dixwazin bi destê DAIŞ’ê qezencên gelê Kurd têk bibin. Ya qezenc bike jî wê têkoşîna ciwan û jinan be. Kobanê di dîroka pêşveçûna şoreşa me de xwedî cihekî gelek girîng e.

Ev qada ku yekem car çirûekên şoreşa 19’ê Tîrmehê lê hatiye pêxistin e. Ji ber vê jî bo me gelek girîng e. Îro jî êrîşî van qezencan dikin. Li Kobanê bi pêşengiya YPG û YPJ’ê têkoşîneke mezin tê meşandin û ev şerê rûmeta têkoşîna azadiya Kurdistanê ye. Gelê Kurd ê bi salane hewl didin bêrûmet bihêlin, ne tenê li Kobanê li her çar parçeyên Kurdistanê rastî van pêkanînan tê.

Di dawiya daxuyaniya Komalên Ciwan de banga ruhê seferberiyê hat kirin û wiha hate berdewamkirin: “ Divê hemû ciwan, xwendekar, karker, gundî, betal xwedî li vê şoreşê derkevin û ev peywira rûmetê ye. Kobanê keleha sereke ya şoreşa me ye. Em bang li hemû ciwanên Kurd dikin, bersiva herî baş tevlîbûna şoreşa Kobanê ye. Ji ber vê sedemê, em bang li hemû ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê û ciwanên Kurd ên Ewropayê dikin tevlî qadên şoreşê bibin û Kobanê biparêzin.”