Koma duyan dest bi girêva birçîbûnê kir
Koma duyan ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe dest bi girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.
Koma duyan ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe dest bi girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, koma duyan dewr girt.
Koma duyemîn çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê mijdarê de li hemû girtîgehan hatibû destpêkirin, dewr girt. Girtî bi awayekî dorveger 5 rojan dikevin greva birçîbûnê.
Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiyên bi navê Celalettîn Gûrgen, Garîp Nazlier, Onûr Kangal, Hamdûsena Ada û Şahîn Karahan ragihandin ku wan çalakiya greva birçîbûnê dewr girtine û îro dest bi çalakiya xwe kirine.
Piştî 5 rojan wê girtî çalakiya xwe dewrî koma sêyemîn bikin.