Koln ji festîvala mezin re amade ye
Kurdistanî û dostên wan, wê roja Şemiyê bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re, aştî ji Rojhilata Navîn re" li bajarê Koln ê Elmanyayê, di 25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de li hev bicivin.
Kurdistanî û dostên wan, wê roja Şemiyê bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re, aştî ji Rojhilata Navîn re" li bajarê Koln ê Elmanyayê, di 25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de li hev bicivin.
Endama Komîteya Amadekar a Festîvala 25. a Çanda Kurd a Navneteweyî Yezda Kajîn got, hemû amadekarî ji bo festîvalê qediyane û Kurdistanî û dostên wan vexwend vê kombûna mezin.
Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, ku çalakiya herî demdirêj û mezin a Kurdistaniyên li Ewropayê ye, îsal bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re, aştî ji Rojhilata Navîn re" li bajarê Koln ê Elmanyayê tê lidarxistin.
Di festîvalê de, li ser rojeva siyasî ya Kurdan peyamên girîng tên dayin û çanda Kurd tê nasandin. Amadekariyên ji bo festîvala îsal jî qediyane.
Festîvala ku xwedî bernameyeke dewlemend e, wê 16'ê Îlonê (Roja Şemiyê) li navnîşana Deutzer Werft 50679 Koln'ê bê lidarxistin û saet di 11:00 de dest pê bike. Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd wê li vê derê stantan vekin û çanda Kurd bidin naskirin. Bi pêşengiya hunermend Amele wê bi maketan gundekî Kurdistanê bê avakirin û li vê derê li ser çanda Kurd agahî ji nifşên nûgihayî re bê dayin.
Ji Elmanya, Fransa, Belçîka, Hollanda, Swîsre, Awûstûrya, Îngilîstan, Îtalya û gelek welatên din ên Ewropayê wê Kurdistanî bi otobus, tren û wesayitên xwe yên taybet tevlî festîvalê bibin. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ji aliyê NAV-DEM'ê ve tê organîzekirin, ku 250 saziyên xwe yên li Elmanyayê hene.
BANG JI BO TEVLÎBÛNÊ
Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û endama Komîteya Amadekar a Festîvalê Yezdan Kajîn bal kişand ser girîngî û mîsyona Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî û got, "Festîvala me bûye çalakiyeke kevneşop, bûye navenda kombûna li hev. Gelê me her sal di vê çalakiyê de li hev dicive û hem xwedî li nirxên xwe derdikeve, hem jî li hemberî qirkirina çandî û siyasî ya lê tê kirin, helwestê nîşan dide. Îsal jî bi heman armancê wê bi deh hezaran kes li hev bicivin, li ber tecrîda li ser Ocalan rabin û daxwaza statu ji Kurdistanê re, demokrasî ji Rojhilata Navîn re bike."
Kajîn hemû Kurdên li Ewropayê dijîn vexwend festîvalê û got, "Gelê me, çawa ku her sal bi reng, çand û daxwazên xwe tevlî bûn, pêwîste îsal hê bi xurtî tevlî bibe. Li ku dera Ewropayê dibin bila bibin em tevlî vê kombûna mezin bibin."
DIVÊ JIN BI RISTA PÊŞENGIYÊ RABIN
Yezda Kajîn işaret bi rista jinan a di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de kir û got, "Bêguman mîna her sal, divê îsal jî jin pêşengiyê ji festîvalê re bike. Ji ber ku jin di her serdemên têkoşîna me de xwedî li xwe, nasnameya xwe derketine û pêşengî ji çalakiyan re kirine. Wezîfeyên girîng dane ser milê xwe. Lewma divê îro jî bi vê rola xwe rabin. Bi kincên xwe yên rengîn divê pêşengiyê ji festîvalê re bikin."
DAXWAZA KOMÎTEYA AMADEKAR
Endama Komîteya Amadekar Yezda Kajîn bang li her kesî kir, ku kêr, şûşe, parfum, madeya dişewitîne û madeyên jê dike, bi xwe re nînin, ku ev yek ji bo ewlekariya festîvalê gelekî girîng e.
BERNAMEYA FESTÎVALÊ
Siyasetmedar Hatîp Dîcle, bi navê KNK'ê Tahir Kemalîzade û nûnerên Rojava wê weke qiseker beşdarî festîvalê bibin. Bernameya çandê ya festîvalê jî wiha ye: Cemîl Koçgirî, Tehsîn Xidir, Orkestra MA; Jala, Koma Berxwedan, Koma Dengê Mezopotamyayê û komên govendê yên TEV-ÇAND'ê.